Li Lubnanê Konfaransa Diyaloga Lubnanî-Kurd tê lidarxistin

Li Beyrûd a paytexta Lubnanê konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd ji bo gûftugoya dîtina rêbazên xurtkirina têkiliyên di navbera gelê Kurd û gelê Ereb bi diruşma “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” tê lidarxistin.

Lubnan –Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi diruşma “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd bi beşdarbûna kesayetên Lubnanî, Ermen, Suryanî û Kurd destpêkê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî sîrûda netewî ya Lubnanê û Kurdistanê hate xwendin.

Konferans ji aliyê rêxistinên mîna Navenda Lêkolînan a Libnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Komeleya Jîn a Jinan û Mûsawat Werde Bitrus a Xebatên Jinan ve dê li ser du beşan de nîqaş werin kirin. Axaftina vekirina Konfaransê ji aliyê Hesan Qutab ve hate kirin û hate gotin ku di demek wisan de li darxistina konfaransa wisa ku bikarin pêkhateyên cûda li hev bi civin ji bo bi hevre jiyankirinê li rêbazên çareseriyê geran cihê şanaziyê ye.  

“Em çawa, kengê, li ku û çima rastî pirsgirêkeke wiha hatine?”

Hesan Qutab di axaftina vekirinê ya konferansê de destnîşan kir ku kongre ji aliyê Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Lubnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, bi hevkariya Komeleya Musawat Werda Boutros ji bo Xebatên Jinan û Komeleya Jîn a jinan ve hat organîzekirin, wiha got: "Em îro di vê kongreyê de li hev civiyane û  em li ser mijareke ku em gelekî girîngiyê didênê, bi taybetî di vê qonaxa dijwar de û  rewşa hesas ku Lûbnan tê de derbas dibe."

Hesan Qutab derbarê girîngiya konferansê de wiha got: "Diyardeya diyalog, têkilî û avakirina hevbeş ku diviyabû bibûya sernavê serxwebûna hemû gel, netew û pêkhateyên ku li vê herêmê û li her welatên din jî dijîn. Em îro bi hemû objektîv, wêrekî, aramî û rû bi rû ji bo ji nû ve destpêkirin doza diyaloga di navbera gelan de hewl didin û bi taybetî doza diyaloga di navbera herdu gelên kevnar ên ereb û kurd de dinirxînin û nîqaş dikin û em dipirsin ka em çawa, kengê, li ku û çima rastî pirsgirêkeke wiha hatine?"

Dê li ser rola sereke ya jinê di demokratîkkirina civakê de bê axaftin

Di Konferansa Diyaloga Lubnanî-Kurdî de dê dîroka peywendiyên Kurd-Ereb, hebûna Kurdan a li Lubnanê di demê berê û niha de, siyasetên heyî, destwerdanên herêmî û bandora zihniyet û amûrên netew dewletê li ser têkiliyên Ereb – Kurd gotûbêj hatin kirin.

Di danişîna duyemîn de jî wê li ser hevgirtin û yekîtiya çarenûsa gelan a li hemberî pirsgirêkan, çanda jiyana hevbeş û yekitiya gelan bêyî ku axaftin û rola jinê di demokratîkbûna civakan were windakirin. Her wiha dê li ser rola sereke ya jinê di demokratîkkirina civakê de bê axaftin.