Yek ji rûpelên reş a ji dîroka Tirkiyê: Komkujiya Çorumê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 42’yemîn salvegera Komkujiya Çorumê de kesên ji jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û banga têkoşînê kir.

Enqere – Alîkariya Hevseroka Giştî ya Berpirsiyara Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogulları di salvegera 42’yemîn de derbarê Komkujiya Çorumê de daxûyaniyeke nivîskî da.

Di daxûyaniyê de hat bibîrxistin ku li Çorumê Elewî hatine qetilkirin, bi sedan kes hatine birîndarkirin, malên wan hatine wêrankirin û wiha hat gotin:  

“Beşek ji kesên ku ji komkujiyê rizgar bûn neçar man ku bajarê biterikînin. Hêzên tarî yên di nav dewletê de xwe birêxistin kirin mîna di 1978’an de li Mereşê hat jiyîn, di sala 1980’an de jî li Çorumê hemwelatiyên Elewî hedef girtin. Komkujiya Çorumê ya di 29’ê Gulanê de destpêkir û heyanî 3’ê Tirmehê berdewam kir bi vê aliyê xwe yek ji rûpelên reş ên ji dîroka Tirkiyê ye.”

Di daxûyaniyê de hat ser ziman ku divê dewlet bi van pêkanîn û komkujiyan re rû bi rû were. Her wiha hat ser ziman ku heya ku li hemberî vê komkujî û ferasetê re rû bi rû hatin çênebe, sed sal derbas bibe jî dê êş û birînên hatine vekirin neyên girtin.