Li Kurdistanê xweza tê talankirin!

Li gel polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê, xwezaya Kurdistanê jî roj bi roj rastî polîtîkayên qirkirinê tê, xweza tê talankirin. Her ku dîmenên nû yên birîna daran derdikevin, tê dîtin ku qadên herêmên Şirnexê veguheriye çolê.

Navenda Nûçeyan - Li Çiyayê Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn.  Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê ên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn. 

Ji sedî 8’ê qadên daristanî hatine tunekirin!

Li gorî raporên ku Baroya Şirnexê amade kiriye di 7 mehan de %8 qadên darîstanî hatine tunekirin û di nav rojê de 20-25 kamyonên ku daran dibin, derbasî derveyî bajêr dibin.

Xweza tê talankirin

Her ku dîmenên nû yên birîna daran derdikevin, tê dîtin ku qadên herêmên Şirnexê veguheriye çolê. Her wiha di dîmenan de jî tê xuyakirin ku qadên herêmê veguheriye çolê. Tevî bertek û nerazîbûnên li dijî qirkirina daran hê jî rayedaran têkîldarî mijarê agahiyek parve nekirine.

Komîsyon û platforma ekolojiyê hat avakirin

Li dijî vê qirkirinê li Şirnexê bi pêşengiya sazî û rêxistinên sîvîl komîsyonek hate avakirin û platforma ekolojiyê ya Şirnexê hate avakirin.