"Li dijî tecrîd û êrîşan pêdivî bi têkoşînek zêdetir heye"

Ji Rêveberiya Qada Civakî ya Xweser a Herêma Firatê Hêvîn Miho der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan de ji ajansa me re axivî.

BEYDA OSMAN

Kobanê- Ev 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirk û hêzên komploger, xwestin bi vê komployê gelê Kurd tune bikin û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bikin. Ji bo wê jî Tirkiye bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne. Roj bi roj tecrîdê girantir dike û derfet nade malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wî bibînin.

"Ev şoreş bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbû"

Rêvebera Qada Civakî ya Xweser a Herêma Firatê Hêvîn Miho wiha got: "Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê derket, ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan bû. Her ku sal derbas dibin ber bi sala hepeymana Lozanê ve diçe, ji ber vê yekê jî her ku diçe tecrîd û êrîş girantir dibin. Ji bo vê jî projeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest bû. Bi projeya xwe a demokratîk hewl da gel bindesrtî, zordarî, desthiletdariyê rizgar bibin. Ji bo vê jî dewleta tirk û dewletên desthilatdar bi tecrîdê xwestin vê projeyê têk bibin. Lê tevî her tiştî her ku çû şoreş berfirehtir bû. Her wiha piranî gel û pêkhate li ser vê projeyê dimeşin. Hemû cîhan dizane ku mînaka vê projeyê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Ev şoreş bi saya fikir û felsefeya Rêberê Apo çêbû."

Hêvînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan  a bi rojane girantir dibe, bi rastî em şermezar dikin. Ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser civakê dike. Ew tecrîd li ser gelê Kurd tevahî ye."

"Divê çavên xwe ji vê tecrîdê re negirin"

Hêvînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em wek jin di qada civakî de divê bi riya semîneran, çalakî, perwerde, kar û xebatê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Em bi jin, ciwan, kal û pîr serî li ber dijmin natewînin û şoreşa xwe berfirehtir dikin. Em bang li rêxistinên parastinên mafên mirovan dikin ku rê li ber gef û kiryarên dewleta tirk bigrin û êdî çavên xwe ji vê tecrîdê re negirin."