Jinên Ereb ên Şengalê: Em ê xwe bigihînin azadiyê

Jinên Ereb ên Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê roja Tekoşîna Cîhanê li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê daxuyaniyekî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew ê bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tekoşîna xwe bilindtir bikin û ber bi serkeftinê ve bibin.

Şengal - Bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, jinên Şengalê bi armanca bi dawî kirina şîdetê û şiyarkirina civakê û zanakirina wê, çalakiyên cur be cur li darxistin. Duh jî jinên Ereb ên li gûndên Medîban û Hesewîk a girêdayî Şengalê bi boneya 25’ê Mijdarê xwestin meşekî li darbixin, lê ji ber astengiyê Artêşa Iraqê meşa xwe veguhestin daxuyanî.

Daxuyanî ji aliyê Zehra Îsa ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de êrîşên li ser jinan şermezar kirin û gotin: “Em jî weke jinên Şengalê ji vê hovîtiyê bê par neman, me li ser destê hêza herî xeternek û wehşî DAIŞ’ê şîdete herî mezin dîtin, bi taybet jî jinên Êzidî. Lê ne tenê me ji destê DAIŞ’ê êş jiyan kir, me ji destê zilamên zihnyeta desthiladar jî jiyan kir.”

‘Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê hebûna xwe mîsoger bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku weke jinên Ereb  heya bidestxistina azadiya xwe ew ê her têbikoşin û wiha hat gotin: “Ruxmî ku em di sedsala 21’emîn de ne jî lê mixabin demokrasî tenê silogan in ku dewletên desthiladar xwe di bin de vedişêrin. Lê bi pêşengtiya Jîna Emînî û jinên li Rojhilata Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ev ruyê veşartî ya dewletan derket holê. Em jî weke jinê Ereb bi vê dirûşmeya ku Rêber Apo diyarî jinan kiriye tekoşîna xwe dimeşînin. Em dibêjin ku jiyanekî bê jin nîne, lewma mafê jin di hemû aliyan de pêwîste bê dayîn. Ji bo bidestxistina mafên xwe û dawî anîna li zihniyeta desthiladar em ê her tekoşîn bikin.”

Bi hêza jin wê civak bê guhertin

Qiyade Hîlal a Endama Meclîsa Jinên Ereb ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wê bi tekoşîna xwe hemû sînorên koletiyê bişkînin û wiha got: “Em êdî koletiyê ji xwe re qebûl nakin. Civaka me li hember jin gelekî girtî ye her tişt ji bo me eyb tê dîtin, lê em êdî vê yekê qebûl nakin. Her kes dibêjin jin nîvê civakê ye lê Rêber Apo dibêje jin  hemû civakê ye lewma pêwîste em hemû yek dest bin û bi hêz bin da ku em civakên xwe biguherînin û emê biguherînin jî.”