Li Kobanê Qamişlo û Şehbayê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi serhildanan hat pîrozkirin

Bi munesibeta 10'emîn Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê şahî li dar xist. Li Qamişlo û Şehbayê jî bi heman wesîleyê şahî hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan-  Şoreşa 19'ê Tîrmehê dawîanîna li zilm, zordarî, azar û desthilatdariyê ye. Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de jinan di hemû aliyan da bersiv dan dagirkeriyê û azadiya xwe misoger kirin. Bi berxwedanî û tekoşînê dawî li tarîtiyê anîn.

Bi boneya 10'emîn Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê Rêveberiya Xweser bi dirûşma “Bi dehsaliya Şoreşa 19'ê Tîrmehê re em ê dagirkeriyê têk bibin, Sûriyeya demokratîk ava bikin" şahî li Qada Şehîd Egîd li dar xist. Bi sedan ji şêniyên Kobanê û hemû sazî û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê di nav da gelê li Reqa, Tebqa û Minbicê tevlî şahiyê bûn û bernemeya xwe ya hunerî pêşkeş kirin.

Piştî deqeyek Rêzgirtinê ki ser navê Kongreya  Star endama Konseya PYD'ê  Foza Yusif axivî.

"Şoreşa 19' Tîrmehê wê Sûriyeya demokratîk ava bike"

Foza Yusif di destpêka axaftina xwe de Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû gelan pîroz kir û got:" Em Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û zarokên Kobanê yên ku xwîna xwe ji bo vê şoreşê rijandin bi bîr tînin. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemberî koletiyê azadî, li hemberî bêsatûbûnê, Rêveberiya xweser û li hemberî dijminatiya gelan neteweya Demokratîk hat avakirin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê rê li bêşiya Kurdan vekir ku dîrokeke nû binivîsînin. Ji bo yekitiya gelan û azadiya jinan, jiyana bi rûmet dîrok hat nîvîsandin.

"Şoreşa Rojava şoreşa jinan e"

Hevseroka desteya maliyê Firyaz Berkel a Herêma Firatê jî wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz be û bi taybetî li şehîdan. Ji ber ku bi saya wan em vê rojê dijîn. Ji bo me ev şoreş kêfxweşiya herî mezin e û cihê serbilindiyê ye. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bingeheke xwe ya girîng heye. Ji bo vê jî dewleta tirk dixwaze her dem Kurdan ji holê rake. Şoreşa 19' Tîrmehê Şoreşeke civakî  û jinan e."

Qamişlo

Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bû çirûska vejandina doza gelê Rojavayê Kurdistanê, bi rizgarkirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev gava yekem hat avêtin û bi demê re pêşve çû, berfireh bû. Bêguman ev pêngav ango ev şoreş bû riya xilasiya ji tarîtiyê û gelê bindest şiyar kir. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi armanca azadî û rizgarkirina gelê herêmê hat destpêkirin, bi demê re berfireh bû û serkeftinên pîroz bi xwe re, nimûneya wê jî avakirina sîstema Rêveberiya Xweser a demokratîk e. Îro jî bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şahiyeke navnedî ser asta Herêma Cezîrê li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna bi hezaran şêniyên herêmê, Saziyên Malbatên Şehîdan, sazî û rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser di bin dirûşma “Bi 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, em ê dagirkeriyê têk bibin û Şûriyeya demokratîk ava bikin” hat lidarxistin.

“Şoreşa Rojava çirûska azadiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye”

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Xweser, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Nezîra Gewriya axaftin kir û got: “Em Şoreşa Rojava ya ku ji zikê gel dest pê kir û bi armanca guhertina civaka ku hatibû çewisandin hat birêvebirin, bi bîr tînin û silav dikin. Bi riya vê şoreşê destkeftiyên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bidestxistin ku ne tenê hêzeke leşkerî ava kir lê belê bi dehan sazî û dezgehên li ser fikra neteweya demokratîk û azadiyê ava kir çi siyasî û çi jî civakî. Bi saya lehengiya şervanên me, herêmên me yên dagirkirî û di bin destên çeteyan de hatin rizgarkirin ku çirûska wê jî li bajarê Kobanê dest pê kir. Her wiha em gava herî pîroz a avakirina Rêveberiya Xweser ji bîr nekin ku her dem ji bo temsîlkirina hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya û ked da, ji bo ku mafên wan bi dest bixe. Îro ji hemû rojên din bêtir ji me tê xwestin ku em yekdest bin û destkeftiyên xwe bi çi awayî mabe biparêzin, di heman demê de em lin pêşiya gef û êrîşên dewleta tirk bisekinin.

“Madem jin pêşengên vê şoreşê ne dê azadiya me misoger bibe”

Her wiha li ser navê Rêxistina Kongreya Star, Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî bal kişand ser lehengiya gelê Rojava û piştgiriya jinan a sereke ji vê şoreşê re û got: “Di serî de em roja vejînê li tevahî gelê me, Rêber Apo, malbatên şehîdan û tevahî jinan pîroz dikin. Di 10’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de em xwedî destkeftiyên mezin, hêz û îrdadeyeke mezin in. Îro û ji vê derê em ji dijminê vîna xwe re dibêjin ku madem jin pêşengiya vê şoreşê dikin, wê serkeftin a me be û azadî dê were misogerkirin. Ev soza me ye ji bo Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê me û tevahî şehîdên ku canê xwe feda kirin ji bo vê şoreşê. Şoreşa Rojava bi tekoşîneke mezin û bedelên giranbuha hatiye bidestxistin, bêguman jin di vê şoreşa pîroz de bûn xwedî îrade û pêşengiyeke pîroz kirin. soza me jinan ew e ku em ê gelê xwe bigihîjînin azadî û serkeftinê, her çiqas gef û êrîş li ser me hebin jî em ê ji doza xwe neyên xwarê dê dijmin bi ser nekeve.”

Şehba

Di bin dirûşma "Bi boneya salvegera 10'emîn a şoreşa Rojava, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeyeya demokratîk ava bikin" Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li kantona Şehbayê bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyeke bi armanca pîrozkirina dehemîn salvegera şoreşa Rojava, li dar xist. Şahî li qada ajokariyê ya navçeya Fafîna Şehbayê bi beşdarbûna şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk hat. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Kongreya Star hat xemilandin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, pişre ji aliyê koma Tevgera Hîlala Zêrîn a Ş. Hêva ya stranan ve şahiyê dest pê kir.

Endama Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Zelal Ceger di şahiyê de axivî û got: "Em salvegera şoreşa Rojava a 10'emîn li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin. Bi saya tekoşîna pakrewanên me em îro salvegera şoreşê û destkeftiyên xwe, pîroz dikin. Dijminên vê şoreşê rojane êrîşên xwe pêk tînin da ku destkeftiyan têk bibin lê berxwedan û qehremaniya gelê Rojava ji êrîşên wan xurtir e û deh salan li pey xwe tijî tekoşîn hişt, ji ber vê yekê îro di salvegera şoreşê de li Tehranê dijminên me li hev civiyane û planan li dijî berxwedana gelan dimeşînin. Kombûna me li vê derê ne şahî ye ew serhildan e û wê bibe efsane di dîrokê de."

Şahî bi derketina koma Çiyayê Kurmênc a stranan li ser dikê û bi stranên ku rengîniya neteweyan derdixe holê bi dawî bû.

Heleb

Şêniyên heleb li qada şehîdan ya li Şêx Meqsud a Helebê şahî li dar xistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cengoriya azadî dest pê kir. Qada şahiyê bi alên YPG, YPJ, Meclisa Malbata Şehîdan û Kongreya Star, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi wêneyên Şehîdan û bi pankertên bi nivîsa "Bi rihê 19ê tîrmehê emê dagirkeriyê têk bibin û xweseriya demokratîk misoger bikin" hatibû xemilandin.

“Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê”

Di şahiyê de Endama PYD’ê Emîne Bêrem bi xêrhatina hemû gel kir û wiha got: “Despêkê em bixêrhatina hemû mêvanan dikin û em vê cejnê li we pîroz dikin. Kobanê bû bû çirûska yekemîn û di Rojava de dest pêkir. Bi berxwedaniya hêzên me YPK, YPJ, Asayîş û gelên ku li wir ber xwe dan dewleta tirk bi bin ket û tu carî bi ser neket. Şehîd Arîn Mirkan bi sembûla şoreşa Rojava ji ber wê jî şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Ji ber ku şoreşa jinê serkêşiya şoreşa rojava kir.”

“Jin rola xwe ya herî mezin di şoreşê de lîst”

 Rêveberiya Kongra Star a Helebê Nehle Mustafa derbarî vê şahiyê nêrîna xwe da û got: “Îro em weke gelê Helebê şoreşa 19ê tîrmehê pîroz dikin. Em destpêkê vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin, li gerîlayên serî çiya ya berxwedaniyê dikin pîroz dikin û em vê rojê li cangoriyên azadiyê pîroz dikin. Ev şoreşa 19’ê Tirmehê bû şoreşa jin, ji ber ku jinê xwe îsbat kir û xwe avakir. Jinê rola xwe ya herî mezin di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî de di hundir vê şoreşê de lîst. Şoreşa Rojava bû xelaskirina hemû gelên bindest, ev şoreş bersiva berxwedaniyê û tekoşînê ye. Em soz didin Rêberê xwe û Şehîdên xwe ku em canê xwe feda bikin û emê şoreşa 19’ê tîrmehê bikin şoreşa rojane û li ber xwe bidin.”