Xizmên girtiyan li bendê ne ku ji zarokên xwe agahiyek bigrin

Li Îzmîrê xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin di nobeta edaletê de ji bo Denîz Poyraz û girtiyan daxwaza edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkrin di roja 87’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Karşiyaka û Foça piştgirî dan malbatan. 

Hevseroka Rêxistina HDP’a Foçayê Mukaddes Işik di çalakiyê de axivî û got: “Bi mehane ev lêgerîna edaletê didome. Em bi mafdariya malbatên xwe bawerin. Em ê heta dawiyê li dijî zilmê li ber xwe bidin.” 

Nikarin agahî ji zarokên xwe werbigrin

Hanim Sever a di çalakiya Nobeda Edaletê de cih digire jî anî ziman ku ew nikarin pêwendiyê li cem zarokên xwe deynin û bang li Wezîrê Dadê kir ku dawî li îşkence û zextan bîne û ew dixwazin demildest edalet bicih were. 

Ji bo Denîz Poyraz daxwaza edaletê

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bal kişand ser doza keça xwe ku duh li Dadgeha Îzmîrê hat lidarxistin û got: “Kujer Onur Gencer di dozê de jî gefan dixwe. Bersiva tu pirsan neda. Nexwest bersiv bide û hêza li pişt xwe bide dest. Ji kesek hesab bide bêtir wek hesab bixwaze tevdigeriya. Heke dewletê destê xwe li pişta wî neda, ew ê jî wisa tevnegeriya. Me li dijî kujeran serî netewand, em ê netewînin jî. Ez ji bo girtiyan û keça xwe edaletê dixwazim.”