Li Zanîngeha Kobanê komxebata Zimanê Kurdî
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Zanîngeha Kobanê komxebat li darxist. Beşdarvanên komxebatê destnîşan kirin ku wê ev komxebat bibe bingeha lêveger û sererastkirina ziman li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Kobanê – Bi boneya 15`ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin Zanîngeha Kobanê bi navê "Zimanê Kurdî li herêmên Rêveberiya Xweser di navbera rastî û hêviyan de" komxebat li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya Kobanê lidarxist. Di komxebatê de mamoste, xwendekar, wêjevan, Rewşenbîr, helbestvan, nivîskar, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiyê Xweser, Desteya Perwerde û fêrkirinê û Saziya Zimanê Kurdî amedebûn. Di komxebatê de li ser gelek babetan nîqaş hat kirin.
Rêveberiya SZK`ê Viyan Cudî, bi navê Desteya Perwerdeyê ya herêma Firatê Gulbihar Sedûn û cîgirê hevseroketiya Zanîngeha Kobanê Aram Hesen, mijara Zimanê Kurdî ji destpêka şoreşê û heta roja me ya îro, astengî û çareserî nirxandin. Her wiha hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim rewşa zimanê Kurdî li saziyên Rêveberiya Xweser, Dr Hîwa Selam ji zanîngeha Koyê ya Başûrê Kurdistanê ezmûna Başûrê Kurdistanê û Dr Ibrahîm Seydo ji Înstîtuya INLCO yê ya Firansayê li ser mijara siyasetên zimanî vegot. Piştî her babetekê nirxandin, nêrîn, pêşniyar û rexen ji aliyê beşdarvanan ve pêşdiket. Di derbarê atmosfer û asta birêveçûna komxebatê, ajsans me nêrînên beşdaran girt.
"Wê ev komxebat bibe seferberiya vegera li zimanê Kurdî"
Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim behsa komxebatê û armanca wê kir û got: "Me xweset ku weke Zanîngeha Kobanê Cejna Zimanê Kurdî bi rengekî cuda pêşwazî bikin. Her sal bi şahî û pîrozbahiyan dibore, vê carê me dît ku pêwîste piştî 12 salên şoreşê û 10 salên ku xebatên ziman hatine meşandin, êdî nirxandinek li ser asta ziman were kirin. Ji ber vê me îro komxebateke bi vî rengî birêxistin kir ku gelek kes û aliyên ku bi ziman re têkildar amedebûn. Komxebat li ser çar babetên girîng birêve çû û gelek nirxandinên dewlemed derketin holê. Li ser vê bingehê em û mêvanên hazir em bikarbin ji bo rewşa zimanê Kurdî ku em bi salan jê bê par man, ew şoreşa ku hat çêkirin ji girîngtirîn destkeftiyên wê pergala Rêveberiya Xweser e, ka heta kîjan astê em di nava vê rêveberiyê de xwedî li ziman derdikevin, diparêzin û pêşdixin. Em bi hêvî ne ku ev komxebat bibe seferberiya vegera li zimanê xwe yê zikmakî û di tevahî qadên jiyanê de em xwedî lê derkevin."
"Emê lêvegereke Kurdî, zanistî û ekadimîk li Rojavayê Kurdistanê çêkin"
Hevseroka SZK`ê Viyan Cudî wiha bal kişand ser pêşniyarên ku ji komxebatê derketin: "Heger mirov rewşa zimanê Kurdî li gor beriya şoreşê, di dema Rêveberiya Xweser û dewleta Sûriyê jî binrxîne, emê bibînin ku gelek guhertin çêbûn e. Ziman ji qedexebûnê, ji têkoşîna di navbera hebûn û tunebûnê ve , derbasî hemû qadên fermî, jiyanî, ragandin, weşan, dibistan, perwerde, her wiha peymangeh û zanîngehên ekadimîk jî bûye. Lê heger mirov rewşa ziman di nava civakê û saziyên Rêveberiya Xweser de bîne ziman, gelek kêmasî hene ku heta niha jî deste û saziyên Rêveberiya Xweser weke axaftin, dan û strandin bi Kurdî ye, lê biryarname û belgeyên wê piranî bi zimanê Erebî ne. Me îroj ev kêmasî bi riya vê komxebatê kir mijara gutobêjê û di nav de jî rêbazên çareseriyê derxistin. Li ser vê bingehê pêşniyar, rexne û pirs hatin, herî zêde pêşniyar ew bûn ku lêvegerek Kurdî, zanistî û ekadimîk li Rojavayê Kurdistanê, him di giştî saziyan de û him jî di qadên têkildarî ziman de, çêbibe. Her wisa pêwindî di navbera qad û desteya perwerdeyê, zanîngeh, peymangeh û saziyên din yên Rêveberiya Xweser de çêbibe."