Li Tûnisê dewreya perwerdeyê ya jinên xwedî pêdiviyên taybet
Tê payîn 17’ê Gulanê, ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet li welatên Ereban bi rêya platforma Zoom ê dewreyeke perwerdeyê bê dayîn.

ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Nûnera komeleya "Ibsar" Basma El-Sûsî ji ajansa me re ragihand ku ew ê weke çalakvaneke femînîst û parêzvana jinên xwedî pêdiviyên taybet ên Tûnisê xebatek perwerdê bidin despêkirin. Basma El-Sûsî bal kişand ser wê yekê ku tevî xala 48 a Destûra Bingehîn a sala 2014'an li ser mafên xwedan hewcedariyên taybet ku ji hemû tedbîrên tevlêbûna wan a bi tevahî civakê re garantî dikin sûd werbigirin jî, qanûnên têkildarî jinan ne temam mane û pêkhateyên derdora wan qels in.
Basma El-Sûsî tîne ziman ku beşek ji wan tevlî rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan bûn û roleke bi bandor lîstin ku bibin dengê kesên ku dengên wan nayê bihîstin û tekezî li ser girîngiya organîzekirina kursên perwerdeyê ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet ên komên temenên cuda kirin da ku karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin.
Basma El-Sûsî destnîşan kir ku guhertina rastiya jinên xwedî pêdiviyên taybet pêwîstî bi hişmendiya guhertina zîhniyetên ku behsa îmaja nerênî li ser wan dike heye û wan weke barekî li ser civakê nîşan dide, her wiha ji bo têkoşîna li dijî desthilatdariya baviksalarî ku rola jinan teng û sînordar dike pêwîstî bi xebatên hevbeş heye. Ev yek wê tenê bi têkoşîn û xebatên li ser reforman bi berdewamî bi danîna nirxên nû yên ku jinan pêş dixe pêk were.