Li Kobanê ji bo 4’ê Nîsanê 800 dar hatin çandin

Desteya Jîngehê ya kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 800 dar çandin.

Kobanê- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê Rihayê ji dayik bûye. Gelê Kurd ku rojbûna Abdullah Ocalan weke zayîna xwe dibîne, her sal bi rê û rêbazên cuda pîroz û pêşwazî dike.

Bi boneya 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan, îro Desteya Jîngehê ya kantona Firatê weke her sal dar li baxçeyê bi navê Rêber Apo yê li gundê Siftekê yê li Rojavayê Kobanê ku di 2017’an de ava bû, çandin. Di çandina 800 darên behîv û xurmeyan de, saziyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û dezgehên civaka sivîl amade bûn. 

Hevseroka Desteya Jîngehê Almaz Romî, behsa çalakiyan kir.

‘Em ê ji bo Rêber Apo her dem daran biçînin’

Almaz Romî wiha got: “Me bi boneya Rojbûna Rêber Apo dest bi hemleya çandina daran kiriye ku îro li baxçeyê serok 800 darên behîv û xurmeyan hatin çandin û em ê hê jî li navçeya Çelebiyê û gundê Şeran jî biçînin. Bêguman çandina daran ji bo me xwedî wateyeke cuda ye, li rex ku jîngehê bi çandina daran paqij dibe û dixemile, bi pergala neteweya demokratîk de jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo vê divê ku em di baxçeyan de sînordar nemînin divê li her deverê em bikaribin hejmara daran zêde bikin. Ev jî banga me ya di rojbûna Rêber Apo de ye. Çawa ku Rêber Apo girîngî dide jîngehê û rêbazên pêşxistin û parastina wê nîşan dan, erka me jî ew e ku em xwedî li keda wî derbikevin. Lewre em ê her sal bi taybetî di meha Nîsanê de daran biçînin û xwedî li jîngeha xwe derkevin. Bi taybetî jî weke jin, em ê daxwazên Rêbertî bînin cih û hemleyên çandina daran bihêztir bikin û pêşengiya wê bikin.”