Leyla Zana: Birîna Roboskiyê hîn teze ye

Siyasetmedara kurd Leyla Zana ya ku serdana gora kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, kir wiha got: "Birîna Roboskiyê hîn teze ye."

Navenda Nûçeyan – Siyasetmedara kurd Leyla Zana û şandeya pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana Gora Roboskiyê ya Qilebana Şirnexê. Parlamenterên DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Zeki Îrmez jî bi şandeyê re bûn. Leylayê ji aliyê malbatên Roboskiyê ve hat pêşwazîkirin. Leyla şandeya pê re çûn ser gora jê 17 zarok 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de bi êrişa TSK'ê hatin qetilkirin. 

‘Roboskî her tim di hişê me de ye’

Leylayê da zanîn birîna Roboskiyê hîn teze ye û wiha got: "Em di nava kedereke mezin de ne. Ev birîn hîn nû ye. Êşa li Newala Qesaba, Zîlan, Dêrsim û Roboskiyê êşa gelê kurd e. Hûn ne tenê zarokên Roboskiyê yên Kurdistanê ne. Xwezî ev bar tenê li ser milê we nemaya, hat gotin wê ev komkujî di dehlizên Enqereyê de neyê windakirin lê belê wekî Newala Qesaba di tariyê de hat hiştin. Hûn ê jî tu carî ji bîr nekin, Roboskî her tim di hişê me de ye. Dayikên Roboskiyê hîn edaletê dixwazin. Ji bo siberojeke azad divê ev komkujî demildest bê ronîkirin, di tariyê de nemîne."

Serdan bi danîna qurnefîlan a ser gorên kesên hatin qetilkirin, bi dawî bû. Wê şande ji vir derbasî Gundikê Mele yê Şirnexê bibe.