Li Kelarê der barê pirsgirêkên jinan de panelek hat lidarxistin

Li navçeya Kelara Silêmaniyê, der barê rewş û pirsgirêkên jinan de panelek hat lidarxistin. Di panelê de li ser rewşa niha ya jinan hat guftugokirin.

Navenda Nûçeyan- Li Hola Pirtûkxaneya navçeya Kelara Silêmaniyê, Hevpeymana Jinan a Kurdistanê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê der barê rewş û pirsgirêkên jinan de panelek hat lidarxistin.

Di panelê de gelek çalakvanên jin û mamoste amade bûn, li ser rewşa jinan a li Kelarê di çi astê de ye û pirsgirêkên jinan çi ne, hat guftûgokirin.

Di panelê de hat diyarkirin ku sedemek yê ku divê jin xwedî aboriya xwe ya serbixwe bin û pişta xwe bidin hêza xwe.

Di panele de hat destnîşankirin ku piştî 30 salan rêveberiya Başûrê Kurdistan di aliyê civakî û aliyên din ên cuda de rewşa Başûrê Kurdistanê ber bi xirabûnê ve biriye.