Li Efrînê di hefteyekê de yek jê jin 16 kes hatin revandin

Li Efrînê ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di 18’ê Adara 2018’an de dagir kir di nav hefteyekê de yek jê jin û yek jê zarok 16 kes hatin revandin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî di 18’ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê dagir kir. Bi nêzbûna salvegera dagirkirina Efrînê kiryarên revandina jinan, zarokan û welatiyan zêde dibe. Navenda Belgekirina Sûcan duh raporeke berfireh têkildarî sûcên li Efrînê yên di meha Adarê de hatine kirin, parve kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di hefteya yekemîn a Adarê de yek jê jin û yek jê zarok bi giştî 16 kes li Efrînê hatine revandin.

Di raporê de derbarê kesên hatine revandin de ev agahî hatin parvekirin:

1`ê Adarê: Çeteyên El Ceyş El Watanî (Polîsên Sivîl) bi ser gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê de girt û şêniyên bi navên Ziyad Şeref (49), Ebdurehman Şeref (62) û Salan Dilo (58) revandin.

Her wiha çeteyên heman komê welatiyê bi navê Kamîran Dîbo Seydo (44) li gundê Hec Hesna yê navçeya Cindirêsê revand.

2`yê Adarê: Çeteyên El Ceyş El Watanî (Polîsên Leşkerî) bi ser gundê Emara yê navçeya Mabetayê de girt û 3 kes ji heman malbatê revandin. Navên kesên hatine revandin ev in: Rozalîn Kemal Murad û hevjînê wê Ebduhenan Mihemed (70) û kurê wan Şêrzad Fethî Mihemed revandin.

Her wiha çeteyên heman komê bi ser malên li navçeya Cindirêsê de girt û şêniyê bi navê Omer Reşo (43), Nîhad Hesen (37) û Ziyad Reşîd Mihemed (48) revandin.

3`yê Adarê: Çeteyên Ceyş El Watanî bi ser malên navçeya Mabetayê de girt û şêniyên bi navên Ferhand Henîf Mihemed ê ji gundê Qenterê, Gîvara Îbrahîm Mihemed, Mihemed Elî Hemkê Hisên û Mihemed Ridwan Mistefa yê ji gundê Ereba ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

7`ê Adarê: Çeteyên Ceyş El Watanî (Polîsên Leşkerî) şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm Henan (48) ê ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê, şêniyê bi navê Rêzan Şêx Mihemed (36) ê ji gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê ber bi cihekî ne diyar ve revandin.