Li Kabulê zarokên keç fêrî çêkirina wêneyan dike

Peykervan Khadija Gohorzang, diyar kir ku ji roja Talîbanê rêveberiya welat desteserkir vir ve tu berhem nehatin pêşkêşkirin û wiha got: “Heta ku wêrektiya me hebe û dest ji têkoşînê bernedin, em dikarin bigihijîn armancên xwe.”

BAHARİN LEHİB

Kabul- Khadija Gohorzang a ji Beşa Peyker a Zanîngeha Kabulê mezûn bû, zextên Talîbanê û berxwedana jinên Afgan a li dijî van zextan bi hunera xwe vedibêje. Lê Khadija Gohorzang a ji roja ku Talîbanê rêveberiya welat destserkir vir ve nikare berhemên pêşkêş bike, bal kişand li ser zextên Talîbanê.

Khadija Gohorzang, wiha got: “Mixabin ne mafê hûner û ne jî mafê çûna dibistanê ya jinan heye. Min di tu pêşangehek de berhemên xwe pêşkêş nekir. Ji ber ku mêhvanên berhemên min tune ne. Niha yekane tişta ku ez dikim, bi malzemeyên wêneyê re berhem avadikim û çend zarokên keç perwerde dikim. Ez hewl didim hunera xwe fêrî zarokên keç bikim.”

‘Qet bêhêvî nebin’

Khadija Gohorzang a niha mamostetî dike, wiha axivî: “Ez wek jineke Efgan a di van şert û mercan de jiyan dike, bang li hemû kesan dikim. Qet bêhêvî nebin û qet dest ji têkoşînê bernedin. Ger em jin dest jê bernedin û karê xwe berdewam bikin, em dikarin dawî li vê rewşê bînin. Piştî her şeva tarî, sibehek ronî heye. Heta ku wêrektiya hebe û dest ji têkoşînê bernedin, em dikarin bigihijîn armancên xwe.”