DEM Partiyê xwest li Şirnexê ji nû ve hilbijartin pêk were

Parêzerên rêxistina bajar a DEM Partiyê ragihandin ku di hilbijartinên xwecihî de ji bo rakirina dengên hilbijêrên veguhestî û ji ger nelirêtiyên ku hatine kirin, ji bo hilbijartin careke din çêbie wê serî li YSK’ê bidin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê der barê hilbijartinên xwecihê yên di 31’ê Adarê de hatin kirin, ji bo bikaranîna dengên hibijêrên ku ji derve anîbûn û ji hezaran polîs û leşkeran pêk dihat her wiha ji ber nelirêtiyên hatine jiyîn ji bo hilbijartin ji nû ve were kirin wê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bidin.

Rêxistina DEM Partiyê ya bajarê Şirnexê di parvekirina li ser hesabê medyaya dîjîtal de ev tişt got: “Li Şirnexê dibe ku hilbijartin ji nû ve were kirin! Partiya me bi riya parêzerên xwe ji bo careke din hilbijartinê çêbibe dê serî li YSK’ê bide.”