Li Şengalê li ser girîngî û wateya Newrozê civîn hat lidarxistin

Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê ji bo danasîna dîroka cejna Newrozê, rêzecivînan li dar dixe. Endamên sazî û rêxistinên Şengalê dan diyakirin ku Newroz ji bo wan rojeke bi wate ye.

Şengal-Bi armanca wate û giringiya cejna Newrozê du roj in li seranserê Şengalê û gundewarên wê civîn tên lidarxistin. Civîn ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Emşê Korkorkî ve hat birêvebirin. Piştre li ser girîngiya rojê, Riham Hesen axivî û li ser dîroka Newrozê nirxandin kir.

‘Bi hêviya ku bibe Newroza serkeftinê’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Şengalî ji me re axivî û got: “Îro di vê civînê de me fam kir Newroz çi ye û şehîdên Newrozê kî ne. Em Newrozê li civaka Êzidî û li şervanên xwe pîroz dikin. Em Newroza 2024’an li hemû gerîlayên azadiyê, Rêber Apo û li hemû gelên bindest ku têdikoşin pîroz dikin. Bi hêviya ku ev Newroz bibe ya serkeftina hemû gelên bindest.”

‘Newroz a şehîdan e’

Endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel jî cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Ev 3 sal in ku agahî ji serokê me nîn e. Em bi boneya meha Adarê û cejna Newrozê hêviya azadiya fizîkî ya serokê xwe dikin. Em cejna Newrozê di serî de li serokê xwe pîroz dikin, li gerîlayan û hemû kesên têkoşer. Newroz a şehîdan e, gelek mirovan di Newrozê de agir berdan bedena xwe ji bo şermezarkirina dewletên desthilatdar û bi canê xwe agirê Newrozê geş kirin. Em ê di riya şehîdên xwe de bin û tu carî gav paşve navêjin.”