79 malbatên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 79 malbatên Êzidî ji wargehên li Dihokê, vegeriyan Şengal û derdora wê.

Navenda Nûçeyan- Vegera ji bo Şengalê dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihandibû ku wê di nava vê hefteyê de 533 malbat vegerin ser warê xwe. Îro ji kampên Dihokê 79 malbatên Êzidî vegeriyan ser warên xwe yên li Şengal û derdora wê.

 Di heman daxuyaniya hatî dayîn de hate diyarkirin ku hemû koçberên daxwazin vegerin û kesên bixwazin dikarin vegerin. Herwiha hat diyarkirin ku rojane li nav wargehan de navên kesên dixwazin vegerin ser malên xwe tên tomarkirin.