Li Hesekê Ofîsa Desteya Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Niştecihan hat vekirin
Ofîsa Desteya Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Niştecihan dê koordînasyona navbera saziyên sivîl xurt bike û ji bo avakirina civakeke hevseng û saxlem û avakirina malbateke demokratîk kar û xebat bike.
Hesekê – Piştî rêze civîn û hevdîtinên ku li ser mekanîzmaya yekgirtina Desteya Jinan bi Desteya Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Niştecihan re hatin lidarxistin, îro li parêzgeha Hesekê Ofîsa Desteya Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Niştecihan hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Rêvebera Herêma Qamişlo Cîhan Hisam û gelek nûnerên rêxistinên jinan amade bûn.
Vekirina ofîsê, piştî civîn û hevdîtinên ku di mehên Gulan û Tîrmehê de di navbera Desteya Jinan, Wezareta Karên Civakî û Desteya Sûriyeyê ya Malbat û Niştecihan de hatin lidarxistin, pêk hat. Di van civînan de li ser mekanîzmaya yekgirtinê, rewşa karmendan, saziyên girêdayî Desteya Jinan û awayê berdewamiya kar a di nav avahiya nû de hat nîqaşkirin.
‘Ev ofîs dê bibe cihê koordînasyonê û karê hevpar’
Rohat Xelîl, vekirina ofîsê pîroz kir û diyar kir ku ev gav piştî yekgirtina Desteya Jinan a bi Desteya Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Niştecihan re hatiye avakirin û armanca vê yekê jî pêşxistina xizmet û rêxistina karê saziyên sivîl e.
Rohat Xelîl, bal kişand ser girîngiya xebatên li ser mijarên malbat û civakê û got ku ji bo avakirina civakeke hevseng û saxlem, avakirina malbateke demokratîk û aşitîxwaz gelek girîng e. Wî her wiha diyar kir ku jin di hundirê malbat û civakê de roleke pêşeng dilîzin.
Rohat Xelîl destnîşan kir ku ji bo li ser mijarên civakê bi hev re bixebitin, ev ofîs dê bibe qadeke ji bo koordînasyonê û amadekirina planên hevpar ên di navbera saziyan de.
‘Xebatên li ser mijarên malbat û niştecihan dê bidomin’
Rohat Xelîl, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xebata di qada parastina jinê û pêşxistina rola wê de dê berdewam bike û wiha pê de çû: “Hejmareke ofîsên ku berê girêdayî Desteya Jinan bûn, dê di hundirê vê avahiya nû de karê xwe bidomînin û hinek ji wan jî dê li gorî avahiya nû di bin berpirsiyariya saziyên din de bin.”
Rohat Xelîl ragihand ku di çarçoveya avahiya nû de dê beşên nû bên vekirin ku li ser mijarên malbat û niştecihan, agahiyên îstatîstîkî, şopandina mijaran û têkiliyan bixebitin.
Li parêzgeha Hesekê, vekirina Ofîsa Desteya Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Niştecihan wekî gaveke nû di pêvajoya yekgirtina Desteya Jinan de tê dîtin û wê karên li ser mijarên jin, malbat û civakê di çarçoveya avahiya nû de bidomîne.