Li nexweşxaneyên Îranê qeyrana hemşîreyan, birçîbûn, îstifa û koçberî

Pergala tenduristiyê ya Îranê, bi kêmbûna 100 hezar hemşîreyan û zêdebûna windabûna karmendan re rûbirû ye. Rayedaran, diyar dikin ku ragirtina hemşîreyan a di pergala heyî de her ku diçe dijwartir dibe.

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê Mala Hemşîreyan Mihemed Şerîfî-Mokaddem, di hevpeyvîna xwe ya bi Xabaronline re diyar kir ku li Îranê nêzî 70 hezar hemşîre li malê dimînin. Li gorî Mihemed Şerîfî-Mokaddem, ji ber karên giran û dahatên kêm hinek hemşîre tercîh dikin ku dev ji pîşeyê berdin an jî li malê bimînin û destnîşan kir ku mûçeya navînî ya hemşîreyan nêzî 25 heta 28 milyon tûmanî ye.

Ev dane, bi daxuyaniya ku îsal ji aliye Serokê Rêxistina Hemşîretiyê Ehmed Najatiyan ve hatiye dayîn re tê nirxandin. Ehmed Najatiyan, diyar kir ku li gorî hejmara nivînên nexweşxaneyan a li Îranê, kêmasiya herî kêm 100 hezar hemşîreyan heye û hişyarî da ku derketina personel ji pergalê, nebûna karmendên têrker û berfirehkirina yekîneyên tenduristiyê ya bêyî hêza kar, vê valatiyê hêj zêdetir mezin dike.

Derketina karmendan a ji çerxa xizmetên tenduristiyê

Qeyran, tenê bi kêmbûna karmendan re sînordar nîne. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di sala 2025’an de nêzî 2 hezar û 500 hemşîreyan dev ji karên xwe berdane, 570 ji wan koç kir û hezar û 950 jî îstifa kirin. Di heman salê de nêzî hezar û 900 hemşîre teqawid bûn.

Li gorî Rêxistina Hemşîretiyê, her sal nêzî 5 hezar hemşîre ji pergalê derdikevin. Her çiqas îstîhdama nû ya 11 hezar û 500 karmendan ya ji bo sala 2025’an hat plankirin pêkwere jî, ew ê tenê windakirina nêzî du salan a karmendan dabîn bike.

Li gorî lêkolîna Nursîng BMC ya di sala 2026’an de hat weşandin, li Îsfahanê di 467 hemşîre û xwendekarên hemşîretiyê de ji sedî 63.96’an meylek bilind a koçberiyê hat dîtin. Ev rêje ne koçberiya rasteqîn, niyeta koçberiyê nîşan dide.

Di lêkolîna ku di sala 2025’an de li Şîrazê bi 595 hemşîreyan re hat kirin de jî heman encam hate bidestxistin. Di lêkolînê de şert û mercên kar ên neyînî, teqawidbûna zû, îstifa û kêmbûna karmendan wekî pirsgirêkên sereke yên ku bandorê li meylên koçberiyê dikin hate nîşandan.

Xwepêşandanên pîşeyî: Ji daxwazên debarê ber bi grevan re

Daxwazên sereke yên di xwepêşandanên hemşîreyan de zêdekirina mûçeyan, dayîna mûçeyên nehatine dayîn, rakirina saetên zêde yên mecbûrî û zêdekirina hejmara karmendan bû.

Di sala 2025-2026’an de hemşîreyên li Tehranê ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û sererastkirina rêjeyên hemşîretiyê xwepêşandanek li dar xistin. Di heman salê de li Nexweşxaneya Fayazbahş li dijî kêmbûna karmendan, karên giran, saetên zêde yên mecbûrî û mûçeyên kêm grevek hat li dar xistin. Piştî xwepêşandanan, hat ragihandin ku li dijî hinek hemşîreyan lêpirsîn hatine vekirin.

Li nexweşxaneyan qeyrana hêza kar

Kêmbûna hemşîreyan a li Îranê, bandorê li kapasîteya xizmetên tenduristiyê jî dike. Her çend hejmara hemşîreyan li ser her nivînek nexweşxaneyê 0.9-0.95 be jî, standarda Wezareta Tenduristiyê 1.8 e.

Kêmbûna karmendan, bi zêdebûna vardiyaya dijwar û saetên zêde yên mecbûrî re dibe sedema ku bêtir hemşîre ji pergalê derkevin. Li gorî rayedaran, pirsgirêk ne tenê perwerdekirina hemşîreyên nû ye, di heman demê de parastina karmendên heyî di pergalê de ye. Hinek kadroyên hemşîretiyê jî serlêdanan têrkêr jî nagrin.

Hemû daneyên nîşan didin ku kêmbûna karmendan, barê karê giran, nerazîbûn, protesto û îstifa dibin sedema çerxa terikandina pîşeyê an jî koçberî ye.

Mala Hemşîreyan, texmîn dike ku 70 hezar hemşîre li malê dimînin û kêmbûna 100 hezar hemşîreyan nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê kêmbûna karmendên nû ye. Parastina hemşîreyên heyî ya di pergalê de jî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên pergala tenduristiyê ya Îranê ye.