Li herêmên hilbijartinê nûçeyên binpêkirinan

Li Şirnex, Amed, Semsûr û Dîlokê dengdayînê bi nelirêtî û binpêkirinan dest pê kir. Li Amed û Semsûrê bikaranîna dengê vekirî hat ferzkirin. Li Amedê bi avakirina maseya krîzê serlêdanên binpêkirinan hatine kirin.

Navenda Nûçeyan – Gelê Tirkiyeyê ji bo hilbijartina serokomarî û parlamentoya dema 28’an îro diçe ser sindoqan. Bi taybetî ji navçeyên Kurdistanê nûçeyên binpêkirina mafên dengdanê û ewlehiya sindoqan tên.

Polîs ketin dibistanan

Li Cizîra botan di dema karûbarên dengdayînê de leşker û polîs li dibistanên ku hilbijêran dengê xwe lê didin xwestin “Belgeya 142” nîşan bidin û belgeyê teslîm bikin. Lê belê leşker û polîsên ku li dibistanên Cizîra Botan hatin peywirdarkirin, li gelek dibistanan piştî dengdayînê dîsa pişta belgeyê hat mohkirin û ew belge hatin vegerandin. Hat ragihandin ku leşker û polîsan bi hinceta ku heke hilbijartin ji bo tûra duyemîn bimîne, ji bo ku dîsa dengê xwe bidin ev belge nedane.

Hat zanîn ku polîsên ketine Dibistana Seretayî ya Vatanê, ji aliyê muşahidên Partiya Çepên Kesk ve hatine hişyarkirin ku li derve bisekinin. Li ser vê yekê jî alozî derket. Piştî ku rayedarên din ketin navberê, polîs ji polan hatin derxistin. Berpirsyarên Partiya Çepên Kesk ên Dibistana Seretayî û Navîn a Menderes a Cizîrê, di saetên serê sibehê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku bikevin dibistanê. Piştî îtîrazan, berpirsyar ketin dibistanê. 

Her wiha polîsên ku li korîdorên Dibistana Mîthatpaşa ya Cizîrê bi çekan digeriyan, ji hêla muşahidan ve hatin hişyarkirin. Li ser vê yekê polîsan got; “Qanûneke wisa tune ye, dê polîs li her qatê hebin.”

Nêzî 70 girtek hatin girtin

Li navçeya Hezexê jî polîs bi çekan ketin Dibistana Seretayî ya Ataturkê û der heqê wan de girtek hatin girtin. Hat zanîn ku ji ber binpêkirinên heta niha li navçeyê hatine kirin, parêzeran 70 girtek girtine. Li gundê Milga Şantiyê yê girêdayî navenda Şirnexê jî leşkerekî li gel ku navê wî di lîsteyê de tunebû jî “Belgeya 142” nîşan da û dengê xwe da. Piştî ku peywirdarê sindoqê yê Partiya Çepên Kesk û muşahidan îtîraz kir, dengê wî hat betalkirin. Li gundekî Silopiyê jî pusulayên dengan ên bê mohr birin dibistanê. Li ser îtîrazan, hatin guherandin. Hat zanîn ku piştî îtîrazan, pusulayên dengan ên bi mohr birine gund.

Ferzkirina dengdayîna vekirî

Li gorî ajansa me agahiyên ku ji parêzer û muşahidên li herêmê girtine, li Pasûra Amedê ji bo hilbijêrên muxalîf neçin ser sindoqan, cerdevan li ber deriyên dibistanan disekinin û gef li mirovan dixwin û ferzkirina dengên vekirî li dibistanan dikin. 

Li Peyasa (Kayapinar) Amedê li dibistana amadeyî ya Anadolû ya Gaziyan polîsek piştî ku dengê xwe da hat zanîn ku belgeya 142’an radestî erkdaran nekiriye.

Hat zanîn ku gelek hemwelatiyên astengdar li Amedê serlêdana sindoqan a seyar nekirine deng nadin. Ji bo hilbijartinê, maseya krîzê ya ji STK û parêzeran pêk tê eleqeyek zêde ya serlêdana binpêkirinê hatiye. 

Li Semsûr û Dîlokê binpêkirin

Hat zanîn ku keyayê gundê Olgunar ê girêdayî nevenda Semsûrê Mehmet Bulut bi gotina “Ez rayedarê hemû tiştî me” li ser navê gundiyan deng bi kar aniye. Di heman demê de li Semsûrê li herêmên ku cerdevan lê zêde ne ferzkirina bikaranîna denge vekirî li gel dikin.

Li Dîlokê nêzî hezaran hemwelatî ji derveyî agahiyên wan, hat zanîn ku Partiya Vatan kirine erkdarên sindoqan. Hemwelatiyên ku nikarin xwe bigihîjînin sindoqên ku navê wan  lê qeyd kirine, nikarin deng bidin.