Li herêmên dagirkirî bûyerên qetilkirin û êrîşên li ser jinan zêde bûne

Çavkaniyên taybet ên li bajarê Babê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye ji ajansa me re bûyerên kuştin û destdirêjiya li ser jin û zarokan eşkere kirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Tawanên li dijî jinan li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta tirk ve roj bi roj zêde dibe. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihandine, li bajarê Babê, di meha Gulanê û destpêka vê mehê ya meha Hezîranê de, bûyerên qetilkirin û êrîşên li dijî jinan zêde bûne. Çavkaniyan ji ajansa me re ragihandin ku jineke ji bajarokê Ihtîmlat a girêdayî bajarê Ezazê yê dagirkirî întîhar kir, termê jineke kuştî li ser rêya Berşaya Qebasîn li bajarê Babê hat dîtin û jineke 35 salî bi guleya sekvanekî li nêzî siloyên genim li bajarê Babê hat qetilkirin.

Li bajarê Babê mêrekî 40 salî keçeke 12 salî ku ji bajarê Tedmurê koçber bibû tecawiz kir. Serkirdeyekî çeteyên Mertala Firatê yê bi navê Mistefa Ebdulrehman Ebdulletîf destdirêjî li keçeke 5 salî ya ji koçberên bajarê Humsê kir.

Li bajarê Babê li dijî serbestberdana leşkerekî ku li xwe mikur hat ku 7 cînayet kiriye û tecawiz li 2 jinan kiriye, li bajarê Babê xwepêşandanek li dijî polîsên leşkerî yên dewleta tirk hate lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Babê li ser malpera xwe ya fermî ev yek piştrast kir xwepêşandanên li dijî binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li hemû herêmên dagirkî berdewam in û di nava çeteyan de diyardeya narkotîkê belav bûye.