“Mafê jiyanê yên girtiyan ji destê wan tê girtin”

Malbatên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezaye wan qedeyayê û nayên berdan çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomînin.

Amed - Xizmên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezaye wan qedeyayê û nayên berdan di çalakiya Nobeda Edaletê de bûn, careke din li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê bang li rayedaran kirin.

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe winda kirine (MEBYA-DER), Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çnad û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û hejmarêk zêde welatî piştgirî dan Nobeta Edaletê .

Rewşa wan ya tenduristiyê giran dibe”

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî, bi bîr xist ku zêdetirî 7 meh in bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakiya xwe ya nobetê didomîne.

Herdem Merwanî ya dibêje: “Hemû cîhanê hawara me ya edaletê bihîst, lê ATK'ê dengê me nebihîst” xwest polîtîkaya dijminatiyê dawî bibe û got:

“Hemû mafê girtiyan ji destê wan hatine girtin. Ji van ya herî girîng jî bêparkirina wan ya mafê dermankirinê ye. Ji bo vê jî divê ATK’ê demildest erka xwe ya di vî warî de bi cih bîne. Û divê ji me ra bersiveke erênî bide. Ji ber ku girtî di bin şert û mercên giran de tên dermankirin. Gelek dermanan bi budceya xwe dikirin. Girtiyên ku pere wan jî nîne ji ber ku nikarin dermanan bikirin her ku diçe rewşa wan ya tunduristiyê girantir dibe.”