Li herêma Kurdistanê zengila roja yekem ya dibîstanan lêda

Piştî çend salan ji qutbûna xwendina rû bi rû a ji ber karantîna û baykota dewamê, îsal di 13’ê Îlonê de zengila roja yekem ya xwendinê li dibîstanan lêda û pêvajoya xwendinê li herêma Kurdistanê destpê kir.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr – Dûh li tevahiya herêma Kurdistanê zengila roja yekem ya dibîstanê li dibîstanan lêda, bêhndana havînê bi dawî bû û sala nû ya xwendinê destpê kir. Piştî çend salan ji qûtbûna perwerdehiyê ya ji ber karantîna û baykota dewamê, di vê sala nû ya xwendinê de xwendevanan berê xwe dan dibîstanan û bi vekirina deriyê dibîstanan re gelek keyfxweş bûn.

Li piraniya bajar û bajarokên din li Seyîdsadiq di yekem roja vekirina dibîstanê de xwendevan gelek keyfxweş bûn û mamosta pîrozbahiya xwendevanan kir.

Mamostaya dibîstana Meşxalene ya qezaya Seyîdsadiq Aşna Salih sala nûya xwendinê li xwendevanan pîroz kir û got: “Perwerde pêvajoyek dû aliye, ji ber wê divê bi serkeftî rêve biçe, divê mamosta û xwendevan hevkar bin ji derveyî xwendevanan pêwîstî bi hevkariya hikumetê jî heye. Daxwaza me ji dayîk û bavan ew e ku bi zarokên re bibin alîkar, da ku zarokên wan bikarin bi awayek rêk û pêk werin dibîstanê û serkeftî bin.”

Mamosta Kewzer Mihemed di derbarê destpêkirina sala nû ya xwendinê de wiha got: “Nîha xwendevan ji xwendinê gelek bê hêvî bûye, me jî xwest em dibistanek cûda bin, ji bo serketina xwednevanan û zêdetir pêwistî bi xwendinê heye û her wiha weke destpêkek baş me pirtûk li cihek diyar daniye û pêşkêş kir da ku zêdetir xwendevan ji bo serketînê hewil bidin.”

Xwendevana dibîstana Meşxelane ya pola heftan Vanyas Aryas gelek keyfxweşe ku bêhindana havînê xilas bû û dest bi sala nû ya dibîstanê kir û wiha got: “Îsal ji bo min gelek cûda ye, ji ber ez gihame qonaxa dibîstana navîn û ez di wê baweriyê deme serbikevim. Daxwaza min ji xwendevana ew e ku xwe ji amûrên elektronîk dûr bixin û piraniya demê xwe ji bo xwendinê veqetînin da ku serbikevîn.”

Xwendevanek din ya pola heştan Saye Îdrîs wiha got: “Bêhîndana havînê xweş bû, lê belê ez her tim li bendê bûm ku wê kengê bêhndan xilas bibe da ku ez mamostayên xwe bibînin, ez di wê hêviyê deme ku îsal ji salên din cûdatir be û ez pileyên bilind bi dest bixim.”

Li sînorê Seyîdsadiq nêzî 23 hezar xwendevan û nêzî 1740 mamosta hene.