Li herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe

Li herêma Kurdistanê jiyana hemu jinan di xeterê de ye. Li Kerkukê cenazeya jinek hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Kuştin û tundîtûjiya li beramberî jinan li herêma Kurdistanê berdewam dike, bi vê ve jî girêdayî nûçeyên tundîtûjî û kuştina jinan jî nayê belavkirin, lê belê bûyer nîşan dide ku hertim bi  awayên cûda tundîtûjî li beramberî jinan tê kirin.

Piştî ku cenazeyê jinek ciwan ya 31 salî li mala xwe li Kerkukê hate ditîn, polîsan dest bi lêkolînê kirin, bavê wê weke tometbarê serke hate girtin. Bûyer li taxa Tesîn rûda û dûh cenaze ji aliyê polîsan ve hate ditîn.

Li aliyek din, li gora ragihandina rêveberê asayîşa Germiyan, roja 4’ê Cotmehê hemwelatiyek li rêveberiya asayîşa Germiyanê gilî kir ku kesek gefa belavkirina wêne û video lê dike û daxwaza 7 hezar û 500 dolaran li beramberî belavnekirina wan wêne û videoyan dike, biryara girtinê ji bo wî kesî hate derxistin.

Der barê çarenusa tometbaran de asayîşa Germiyan diyar kirin ku niha tometbar li ser biryara dadgehê lêkolîna asayîşê li gor madeya 2 ya yasaya xirab bi karanîna amêrên peywendiyê de hate girtin û lêkolîn berdewam e.