KJAR: Qetilkirina Nagîhan Akarsel yek ji êrîşên pergala mêrsalarî ye

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê bi daxuyaniyek qetilkirina Endama Akademiya Jineolojî û nivîskar Nagîhan Akarsel şermezarkir û got: “Qetilkirina Nagîhan Akarsel êrîşeke din a pergala mêrsalarî ya li dijî îdeolojiya rizgariya jinan e.”

Navenda Nûçeyan- Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê der barê qetilkirina Endama Akademiya Jineolojî û nivîskar Nagîhan Akarsel de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrê Nagîhan yek ji jinên pêşeng bû, jiyana wê bi çalakiyan dagirtî bû, bi hezaran jinan li seranserî Kurdistanê perwerde kiriye da ku hêza xwe ya xwezayî nas bikin. Her dem hewl dida zanista jineolojî li Rojhilatê Kurdistanê were berfirehkirin. Pêwîst e were zanîn ku hişmendiya Jîna Emînî û Şilêr Resûlî qetil kir, bi heman hişmendiyê hevrê Nagîhan jî qetil kir. Jineolojî zanisteke ku jinan li derveyî hemû ciyewaziyan kom kiriye û jiyana jinan watedartir kiriye. Her wiha bilindkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” ya di şoreşa jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de encama wê felsefeyê ye ku bingeha zanista jineolojî daniye.”

Di dawiyê de jî KJAR’ê êrîşa li dijî Nagîhan Akarsel şermezar kir û daxwaz kir ku tawanbarên ku pêşengên têkoşîna azadiyê dikin hedef werin eşkerekirin.