Li Heratê seyranvan hatin gulebarankirin: Jin û zarok di nav de 11 sivîl hatin kuştin
Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê (UNAMA) ragihand ku di gulebarana li bajarê Heratê li dijî sivîlan pêk hat de 11 kesên di nav de jin û zarok jî hebûn, hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – Duh Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê (UNAMA) piştrast kir ku êrîşeke çekdarî ya roja Înê li dijî sivîlên parêzgeha Heratê pêk hatiye, bûye sedema qurbaniyên ku di nav wan de jin û zarok jî hene. UNAMA’yê bang li Talîbanê kir ku li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh bike.
11 kesên di nav de jin û zarok hene hatin kuştin
UNAMA diyar kir ku êrîş li gundê Deh Mehrî yê navçeya Încîlê qewimiye, di encamê de herî kêm 11 kes mirine û 11 kes birîndar bûne. UNAMA’yê ragihand ku her çend hejmarên qurbaniyan hê nehatine eşkerekirin jî, jin û zarok di nav miriyan de hene. Di heman demê de tomarên nexweşxaneyê li Heratê nîşan didin ku herî kêm 5 jin di nav mirî û birîndaran de hene, her wiha rayedarên Talîbanê yên herêmî, di jimartina xwe ya destpêkê de mirina du jinan piştrast kirin.
Sivîl hewceyî parastinê ne
Serokê UNAMA û Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Afganistanê tekez kirin ku pêwîstiya parastina sivîlan heye û daxwaza hesabpirsîn û lêpirsînek berfireh a bûyerê kirin.
Hûrgiliyên bûyerê nehatine aşkerekirin
Êrîş roja 10’ê Nîsanê pêk hat. Çekdarên nenas, gule li komek sivîlên ku ji bo seyranê li nêzî perestgehek li gundê Deh Mehrî kom bûbûn, reşandin.
Bûyer ji aliyê çalakvanên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û kesayetên siyasî ve bi awayekî berfireh hat şermezarkirin. Lê Talîbanê hîn tu hûrgiliyên din derbarê êrîşê de eşkere nekiriye û ti komekê berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.