Li Îranê darvekirin zêde dibe: Hezar û 639 kes hatin darvekirin

IHR û Ensemble contre la peine de mort ku derbarê darvekirinên li Îranê de rapora hevpar weşandin, diyar kir ku di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 kes hatine darvekirin, ji vana herî kêm 48 jê jin in.

Navenda Nûçeyan – Ji aliyê İran Human Rights (IHR) û Ensemble contre la peine de mort (Bi hevre li dijî cezayê darvekirinê) raporek hevpar hate weşandin.

Li gorî raporê, hejmara darvekirinên di sala 2025’an de li gorî salên din ji sedî 68 zêde bû û giha hezar û 639’an. Ev hejmar, tê wateyê ku rojê çar kes tên darvekirin û ji sala 1989’an heta niha wek asta herî bilind hate qeydkirin.

Herî kêm 48 jin hatin darvekirin

Di raporê de hate diyarkirin ku 48 jin hatine darvekirin, ev jî di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ya darvekirina jinane. Rêxistinên mafê mirovan, destnîşan kirin ku darvekirin wek zexta siyasî û amûra kontrolkirina civakê tê bikaranîn. Dîrektorê IHR Mahmood Amiry-Moghaddam, îfade kir ku rayedar “Hewl didin bi belavkirina tirsê, xwepêşandanan asteng bikin.” 

Amnesty International da zanîn ku Îran yek ji welatên dinyayê ku herî zêde darvekirin lê tê jiyîn.

Xwepêşander di metirsiyê dene

Li gorî raporê, bi sedan kesên beşdarî xwepêşandanên destpêka 2026’an bûne, hê rû birûyî metirsiya darvekirinê ne. Hate îfadekirin ku xwepêşandanên mijara xeberê, bi awayek tund tên tepesandin, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku di dema şer de ji meha Sibatê heta niha, herî kêm 7 kesên têkiliya wan bi xwepêşandanan re heye hatine darvekirin.    

Cezayên bê rêje didin Kurd û Belucan  

Hate destnîşankirin ku di nava yên hatin darvekirin de bi taybet gelên Kurd û Beluc bê rêje cih digrin. Hate diyarkirin ku nêzî nivî darvekirinan ji ber têkiliya bi sûcên madeyên hişbir in.  

Tê gotin ku beşek girîng a darvekirinên jinan, ji ber sûcên li dijî mêrê pêre zewicî yan jî li gel dijî, mafê xwe yê parastina rewa bi karanine hatine encamdan.

Rêxistinên mafan, hişyarî da ku di qada krîza heyî de, dibe ku rêveberiya Îranê darvekirinan hê zêdetir bike û banga bertekan li civaka navneteweyî kir.