Li hemberî biriyara dersînorkirina penaberên Iranî doz vebû
Li dijî biryara dersînorkirina 4 penaberên Iranî, ku bi hinceta beşdarî çalakiya li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bûne, doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan - Parêzerê penaberên Iranî yên ku bi îdiaya 'xerakirina nîzama giştî' hatin dersînorkirin bi hinceta ku ew beşdarî çalakiya li dijî betalkirina Peymana Stenbolê ya li Denizli bûn û li Aydin hatin binçavkirin, serî li Dadgeha îdarî ya Denizli da.
Li gorî nuçeya Evrenselê, di destên penaberan de tabeleyên 'Na ji Komara Islamî re' hebû û Esmaeil Fattahi di çalakiyê de wiha axivîye: "Jinên li dijî rejîma Islamî ya Iranê têdikoşin, îro li Denîzliyê têkoşîna xwe li dijî rakirina Peymana Stenbolê didomîne. Ev têkoşîn bi sînorên erdnigarî ve nayê girêdan.”
Esmaeil Fattahi, Leili Faraji, Zeinab Sahafi û Mohammad Pourakbari Kermani, ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Çınar a di 20’ê Adarê de bû, di 5’ê Nîsanê de hatibûn binçav kirin. Penaberên ku di 6’ê Nîsanê de bi biryara dersînorkirinê ji Navenda Rakirina Aydinê re hatin şandin di bin binçavkirina îdarî de ne. Parêzer Hayriye Buse Bergamalı li dijî biryara dersînorkirinê ya Midûriyeta Koçberiya Parêzgeha Denizli li Dadgeha Îdarî ya Denizli yê doz vekir. Di heman demê de li dijî biryara binçavkirina îdarî jî îtîraz tê hêvî kirin.
Penaber, dibêjin ku ger ew vegerin Iranê jiyana wan dikeve xeteriye.