Li Rihayê mirina jinekê ya bi guman

Hat hînbûn ku li Rihayê jina ciwan F.S. ya dayika zarokekê ye dawî li jiyana xwe aniye.

Li Rihayê mirina jinekê ya bi guman
 
Riha - Li Rihayê, hat hînbûn ku dayika zarokekî F.S. piştî ku bi malbata xwe re nîqaş kiriye xwe darve kiriye. Li ser agahardarkirina xizmên wê ambûlans hat cihê bûyerê F.S.  bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehme Akîf Ersoy û hat diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye. Piştî karê otopsiyê cenazeyê F.S.  rakirina morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin