Li Hemayê mezarek olî ya Elewiyan hate şewitandin
Li Sehil El Xab a Hemayê ku di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de ye mezareke olî ya girêdayî civaka elewî hate şewitandin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh berbanga sibehê li gundê El Xendeq a Sehil El Xab a gundewarê Hemayê, ku di bin kontrola çeteyên HTŞ (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst de ye Mezara Şêx Mihemed El Ecêmî ya civaka Elewî hate şewitandin. Di encamê de zirar di derdora mezarê de çêbû.
Dîroka mezarê vedigere serdemên dirêj û di nava elewiyên herêmê de xwedî nirxeke pîroz e. Ji lewma şewat di nava şêniyan de nerazîbûn çêkir û wekî “Destwerdaneke metirsîdar” pênase kir.
Hemwextî şewatê li gundewarê Hemeyê bûyerên revandin, kuştin û tundî zêde bûne. Herî dawîn komkujiya li gundê Cedrîn bû. Di encamê de 4 ji gund dema dihatin malê ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve hatin qetilkirin.