Li Heleb û Qamişlo jin li dijî êrişan li qadan bûn

Li Qamişlo û Helebê jinan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li qadan bûn. Jinên ku li Heleb û Qamişlo li dijî êrişan meşên girseyî lidarxistin û gotin: "Em ê bi berxwedanê bersiva êrişan bidin."

Navenda Nûçeyan – Bi pêşengtiya Kongra Star jinên li Qamişlo û Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Jinan bal li ser êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ya li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî kişandin û gotin: "Bi pêşengtiya jin em peyamê didin dijminan û dibêjin “Jin, jiyan azadî” û em ê herdem li ber xwe bidin û têbikoşin.”

Qamişlo

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo bi meşekî girseyî êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî her sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ku di 22’yê Tirmehê de di encama êrîşên balafira bê mirov a dewleta Tirk di seyareyê de jiyana xwe ji dest dabûn, şermezar kirin û banga terora dewleta Tirk li ser jinan rawestînin kirin. Meş li ber çerxerêya Şerqî ya bajarê Qamişlo destpêkir, heta li goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo dewam kir. Jinên ku beşdarî meşê bûn, wêneyên her sê jinên pakrewan hildabûn. Jinên ku beşdarî meşê bûn nêrînên xwe parve kirin.

“Dewleta Tirk dixwaze şoreşa jinan têk bibe”

Cigîra Hevseroka Şaredariya bajarê Qamişlo Emel Şemdîn êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Ev 10 sal in dewleta Tirk êrîşên xwe li ser axa me nesekinandiye. Di dema dawî de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrîşî herêmê dike, ne dibêje jin û zarok êrîşa xwe pêk tîne. Helwesta me wek jin li dijî dijmin û dewleta faşîst a Tirkan diyar e. Dewleta Tirk projeya me hedef digire û dixwaze şoreşa jinan têk bibe. Şoreşa ku li vir hate nasîn bi jinê hate naskirin û ji bo vê şoreşê bi hezaran jin bedelên giran dan. Li Helincê Zehra Berkel û du hevalên xwe hatin qetîlkirin, li Şedadê Hind û Seda hatin qetîlkirin û îro jî her sê jinên pêşeng Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hatin qetîlkirin. Herî dawî jî li Eyn Îsa her sê jinên hêzên ewlekarî hatin qetîlkirin. Îro em rabûne û bi pêşengtiya jin em peyamê didin dijminan û dibêjin “Jin jiyan azadî” û em ê herdem li ber xwe bidin û têbikoşin.”

“Em ê heta xwîna xwe ya dawî li ser axa xwe bin

Hizbiye Ebas Yûsif helwesta xwe wiha anî ziman: “Tirkên hovane û bê wijdan berê xwe dide jinan û wan qetîl dikin. Em dibêjin dewleta Tirk ji ber hêza jin ditirse, loma êrîşî wan dike. Jin ji bo mafê xwe û hebûna xwe kar û xebat dimeşîne, lê dewleta Tirk da ku jin nebê hêz êrîş dike. Em li ser ax û welatê xwe ne, lê cardin dewleta Tirk êrîşî me dike. dewleta Tirk her roj bi fîşek, maşok û teyareyên keşfê êrîşî ax û gelê me dike. Dewleta Tirk him heqê me dixwe û li ser de jî li me dide. Em ê heta xwîna xwe ya dawî li ser axa xwe bin û dev ji axa xwe bernadin. Dewleta Tirk çi bike jî em ê li ser piyan bin û êrîşên wan qebûl nekin. Em ne ji dewleta Tirk û ne jî ji teyareyên wan ditirsin. Em ji dewleta Tirk û hevalbendên wan natirsin. Em ê pê şopa şehîdên xwe bin, heta dawiya jiyana . Îro hemû dewletên navneteweyî li dijî êrîşa li ser me bêdengin, ji ber mafê mirovan li gel wan nîne. Ger mafê mirovan hebûya, mafê jinan biparastana. Jin ji bo ku doz û azadiya xwe diparêze tê qetîlkirin. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar û nelet dikin.”

Heleb

Jinên Helebê bi pêşengtiya Kongra Star meşek girseyî lidar xistin. Bi sedan şêniyên Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Heleb di meşê de bi yek dengî êrîşê dewleta Tirk a li ser herêmê şermezar kirin.

Di meşê de alên Kongireya Star, alên YPG û YPJ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên cangoriyên azadiyê û her wiha pankertên bi nivîsa “Bi yek dengî li dijî terora dewleta Tirk rabin” hat hildan.

Di meşê de Endama Kongra Star Nêrgiz Ebdo derbarê êrişan de wiha got: “Şoreşa 19’ê Tirmehê ya Şoreşa Jinê deh sal li pişt xwe hişt. Bi êşekî herî giran ya ku li kêleka wê bi rêxistinekî herî baş di her cihekî de jinan xwe ava kir di saziyan de, di çeperên şer de hêzên xwe yê parastina jin ava kir. Li ser wê bingehê  deh sal li pêy xwe hîştin, lê heya niha jî dewlata dagirker gefên xwe yên li ser gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê didomîne. Li dijî hemû êrişan em soza berxwedaniyê didin û em ê tu sînoran nas nekin ji bo em tola şehîdan rakin, em tola gelê welatparêz rakin.”

“Em ê bi berxwedanê bersiva êrişan bidin”

Endama Kongra Star a Heleb Zêneb Îbo ya beşdarî meşê bû wiha got: “Em weke tevgera jin tu carî  van êrîşên li ser jinên rojava, jinên me yên şoreşger qebûl nakin. Em dibêjin em ê li kolanan bin heya ku em van êrîşan rawestînin. Tu carî bila jê bawer nekin ku ewê bikaribin îradeya jin bişkînin. Em ê bi hêz û bi israr tola wan şehîdên xwe rakin. Ji ber vê em dibêjin Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Dagirkeriya dewleta Tirk tu carî nikare li pêşiya me bisekine, lewra bi balafirên xwe şoreşên me hedef digire, lê emê her tim  bi berxwedaniya xwe û bi hêzên xwe bersiva êrişan bidin.”

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.