Navenda Nûçeyan – Îro li herêma Feyda Bin Miwêni ya gundewarên Dêrazorê ya Sûriyeyê mayînek teqiya û di encamê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji ber ku rêxistinên rayedar, erkên xwe pêk naynîn, mayînên ku ji aliyê DAIŞ’ê û rejîma berê ve hatine danîn, gef li jiyana sivîlên li herêmên cuda yên Sûriyeyê dixwe.
Bûyera ku 3 zarok û jinek di nav de 8 kes jiyana xwe ji dest dan, nîşan dide ku xetera ji ber mayîn û bermahiyên şer a li deverên mezin ên welat, gef li sivîlan dixwe.
Di salên dawî de mayînan bûn sedema mirina bi sedan sivîlan, birîndarbûna bi hezaran kesan û seqetiyên mayînde.




