Li gor Îsraîlê rojnamevan Şîrîn Ebû Akile 'bi şaşîtî' hatiye kuştin!

Îsraîlê ragihand ku rojnameger Şîrîn Ebû Akile ku li Şerîa Rojava hat qetilkirin, îhtimala ku bi gulebarana arteşa Îsraîlê ve hatiye qetilkirin, mezin e. Îfadeyên ku di raporê de hatine bikaranîn jî nîşan dide ku lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê rapora xwe ya lêpirsana ku  der barê qetilkirina nûçegihana Al Jazeera Şîrîn Ebû Akile ya di 11’ê Gulanê de li Şerîeya Rojava eşkere kir. Di rapora ku îfadeyên wekî "dibe ku bi xeletî hatibe kuştin", "dibe ku Filistînî kuştî bin", “îhtimal", “ ne mumkunê çavkaniya çekê were dîtin" hat bikaranîn de, nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor nayê kirin û leşkerên Îsraîlê tên parastin.