Li Îranê malbatên mehkûmên darvekirinê li ber dadgehê kom bûn

Yek ji welatên ku herî zêde cezaya îdamê tê nîqaşkirin û der barê mijarê de tê rexnekirin Îran e. Malbatên gelek mehkûmên îdamê yên li Îranê, li ber dadgehê kom bûn û biryarên darvekirinê şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Gotina “rejîma darvekirinê ya Îranê” ku gelek caran ji bo rejîma Îranê tê bikar anîn, rastiya xwe diparêze. Biryarên darvekirinê ya li welat, tevî xwepêşandana tên kirin û rexneyên rêxistinên mafên mirovan jî didome. Li welat herî dawî ji Karajê dengên li dijî darvekirinê bilind bûn. Li bajarê Karajê ya Îranê hejmareke zêde ji malbatan li dijî cezayên darvekirinê yên ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Karajê ve hatiye dayîn, li ber avahiya dadgehê kom bûn.

Cezayê darvekirinê du qat zêde bûn

Di çalakiyê de malbatan pankart û dowîz ên ku rakirina cezayê darvekirinê daxwan dike hilgirtin. Malbatên ku pankarta "ji darvekirinê re na" bilind kirin, diyar kirin ku cezayê darvekirinê di mehên dawî de du qat zêde bûye. Çalakvan ji aliyêkî ve der barê cezayê darvekirinê ya li Îranê raporan amade dikin, ji aliyê din ve jî bi çalakiyên xwe yên hişyarkirinê balê dikişînin ser pêkanînên dermirovî. Lê belê rejîma Îranê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan gelek rêyan diceribîne.