Li Germiyanê boykot û çalakiyên xwendekaran didomin

Ji ber bicihneanîna daxwazên xwe xwendekarên zanîngeha Germiyanê, dest bi boykota xwendinê kirin. Çalakiyên nerazîbûnê yên xwendekarên zanîngeha Raperînê berdewam dikin û li ber deriyê zanîngehê di nava çalakiyan de ne.

Silêmanî- Di roja 27’ê Mijdarê de xwendekarên zanîngeha Germiyanê dest bi xwepêşandanan kirin û riya sereke ya Kelar- Silmaniyê li trafîkê girtin. Îro jî bênavber nerazîbûnên xwendekaran berdewam kirin. Danê sibehê li navçeya Kelara Germiyanê, xwendekarên zanîngeh û peymangehê careke din li ber deriyê zanîngehê kom bûn û piştre heya ser riya Kelarê meşiyan. Xwendekaran rê li trafîkê girtin û ji hikumetê xwestin xerca wan a mehane were dayîn û daxwazên wan werin bicihanîn.

10 roj in xwepêşandanên xwedekarên zanîngeha Raperînê berdewam dikin lê belê hikumetê heta niha tu bersiv nedaye wan.

Berê jî xwendekarên zanîngeha Silêmanî gelek rojan xwepêşandan li dar xistibûn kirin daxwaz kiribûn ku xerca wan a mehane were dayîn û daxwazên wan ên weke cihê lêmayîn û xizmetguzariyê werin bicihanîn. Hejmarek zêde ji xwendekaran ji ber xwepêşandanan hatin girtin.