Gelek jin ji 25’ê Mijdarê ve heta niha girtî ne

Jinên ku di 25’ê Mijdarê de daketin qadan hatin girtin, li Enqereyê 7, li Stenbolê jî 3 jin hê di bin çavan de ne. Jinên koçber bi gefa dersînorkirinê li navenda şûnvegerandinê tên girtin.

Navenda Nûçeyan- Di çalakiyên ku ji bo 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li hemberî tundîtûjiyê, li Enqere û Stanbolê hatin lidarxistin de gelek jinên ku beşdarî çalakiyan bûne di êrîşên polîsan de hatin binçavkirin, hê nehatine berdan.

Bi banga platfotma jinan a Enqereyê çalakiya ku li cadeya Sakaryayê hatî lidarxistin 7 jinên endamên komîteya ciwanan ên ji beşdarî çalakiyê bibin, hatin girtin 52 saet zêdetir e li şaxa têkoşîna li dijî terorê tên girtin. Hat diyarkirin ku bi hinceta dovîzên Kurdî bilind kirine hatine binçavkirin.

Jinên ku hatine binçavkirin beriya ku derbasî qadê bibin hatin darbkirin û bi erdê re hatin kişandin û girtin demek dirêj ji wan xeber nehat girtin. Li hemberî helwestên civakê hat zanîn ku li şaxa têkoşîna li dijî terorê tên girtin.

Gefa şûndevegrandinê li jinên koçber koçber hat xwarin

Di 25’ê Mijdarê de bi banga platforma jinan meşa ku dihat xwestin li Meydana tunela Taksîmê were kirin, sê jinên ku beşdarî meşê bûne hatin binçavkirin. Du jinên ku ji Azarbeycanê ku ji bo bibin niştecihên Tirkiyeyê kar û barê wan hîn berdewam dikin, hene. Jina ku ji Îtalyayê di çarçoveya bernameya Erasmus hatibû Tirkiyeyê jî heye. Hat zanîn ku li navenda şûndevegerandinê tên girtin û bi dersînorkirinê re rû bi rû ne.

Ji 200’an zêdetir kes hatin binçavkirin

Jinên li Stenbolê bi pêşengiya platforma jinên 25’ê Mijdarê li dijî dorgirtin û êrîşên polîsan jî bi dirûşma ‘Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin, em dest ji jiyana xwe bernadin’ meşiyan. Di êrîşên polîsan ên li meydana tunela Taksîmê û Karakoyê de zêdetirî 200 jin hatin binçavkirin. Li Enqerê jin beriya ku dest bi çalakiyê bikin hatin binçavkirin û berdan. Li Cizîra Botan jî di êrîşa polîsan a 25’ê Mijdarê de bi idiaya ‘Muxalefeta li dijî zagona meş û civînê’ 23 jin hatin binçavkirin û piştî girtina ifadeyên wan hatin berdan.