Li eyaleta Nebraska ya DYE kurtaj hat qedexekirin

Li eyaleta Nebraska ya DYE pêşnûme zagona ku piştî 12 heftiyan kurtajê qedexe dike, erê kir.

Navenda Nûçeyan - Li DYE derbarê mafê kurtajê ê jina der qedexe li pey hev tên. Vê carê li eyaleta Nebraska pêşnûme zagona ku piştî 12 heftiyan kurtajê qedexe dike, hat erê kirin.

Waliyê Nebraska ya komarî Jin Pillen pêşnûma zagona ku heftiya bûrî li meclîsa eyaletê hatî qebul kirin imze kir. Li gor pêkanîna ku îro dê bikeve meriyetê, ji derveyî tecawîz, ensest û rewşên awerte yên tibî 12 hefte jortir jinên dû canî wê nikarin kurtajê bibin.

‘Jiyana jinan dixe metirsiyê’

Derbarê pêşnûmeyê de verdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre li ser hesaba xwe ya Tiwitterê bi parvekirinekê helwesta xwe nîşan da û wiha got: “Rayedarên komarî yên li Nebraska, qedexeyek a kurtajê ku dê nexweşxane û bijîjkan bixe metirsiyê derxist. Di heman demê de wê ev zagon jiyana jin û tedirûstiya wan bixwe metirsiyê.” 

Çi bûbû?

Sala borî, Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî "biryara Roe-Wade" ya sala 1973’an betal kiribû ku bi destûrî mafê kurtajê li seranserê welêt garantî dikir. Bi vê biryarê re kurtaj weke mafê destûrî nema û qanûnên di vê mijarê de ji însiyatîfa dewletan re ma. Piştî biryarê li gelek eyaletên welêt biryarên astengkirina destdirêjiya jinan a ji bo kurtajê îmze kirin.