Şêniyên Wargeha Mexmurê: Gelê Şengalê ne bi tenê ye

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê de daxuyanî dan.

Mexmûr – Danê siharê balafirek keşfê malek li gundê Xelef ya ser bi Herêma Barê ya Şengalê bombebaran kir. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di saetên danê siharê de balafirek keşfê ya dewleta Tirk a dagirker, malek li gundê Xelef ya ser bi Herêma Barê ya Şengalê, bombebaran kir.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmurê derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê de daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê yek deqe rêz hat girtin û paşê Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmurê Sultan Yildiztan axivî.

‘Êriş ji hev ne qût in’

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de de di kesayeta pakrewanên azadiya Şengalê de tevayî pakrewanên ku di oxiwar azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: “Wekî gelê penaber yê wargeha Şehîd Rûstem Cudî 4 roj e em di berxwedaniyek mezin de ne. Îro Şengal bi balafirên bê mirov û bi çek hedef hat girtin. Hedefgirtina Şengal, Mexmur û Rojava  ne ji hevdu qut e.”

‘Hêrsa me mezin e’

Sultan Yildiztan anî ziman ku êrişên tê kirin girêdayî hev in û ji bo heman polîtîkayê tunekirinê tê pêkanîn û wiha domand: “Şengal, Mexmur, Rojava û heremên parastinên medyayê ku şevê din hetanî sibê heronên dewleta faşîst ne sekinîne. Li ser wargehê, li ser Şengalê geriyane ji ber wê jî weke gelê ku îro niha li berxwe dide hêrsa me gelek e. Ji xwe em di çalakiyek mezin ya berxwedanê de ne.”

‘Em êşa we parve dikin’

Sultan Yildiztan anî ziman ku ew li gel gelê Şengalê ne û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em ji hevalê êşa we ne. Em xema gelê Şengalê parve dikin em dibêjin weke malbatên şehîdan, weke gelê Mexmurê weke gelê ku îro di berxwedanekî mezin ku ji bo rumeta xwe, ji bo îradeya xwe li ber xwe didin em jî li gel we êşa we parve dikin. Em dibêjin ‘Bimre dagirkerî’, ‘Bimre kedxwarî’, ‘Bimre Îxanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmurê’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Şehîd namirin’.”