Ji bo 19'mîn Serhildana Qamişlo mitîngek hat lidarxistin

Bi armanca bîranîna 19’emîn salvegera serhildana Qamişlo ya di 12’ê Adara 2004’an de, Rêveberiya Xweser li Stadyma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo mîtîngek li dar xist.

Qamişlo- Bi armanca bîranîna 19’emîn salvegera serhildana Qamişloyê ku di 12’ê Adara 2004’an de di encamê de 9 ciwanên Kurd di nav de du zarok hatibûn qetilkirin, bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, mîtîngek li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, Saziya Malbatên Şehîdan, tîmên sporê û hêzên leşkerî di mîtîngê de amade bûn.

Mîtîng bi semfoniyên Koma Serdem a Nûhasî ya muzîkê ya bajarê Hesekê, dest pê kir. Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser û Meclisa Dêra Zorê axaftin hatin kirin. Her wiha tîmên kareteyê jî li ser stadyûmê derketin ser dikê û çend hunerên kareteyê pêşkêş kirin.

‘12’ê Adarê veguherî serkeftin û biratiya gelan’

Bi navê Rêxistina Kongra Star Endama  Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziya Mihemed axivî û got: "Şehîdên 12’ê Adara 2004’an bûn ronî û riya şoreşa me, em wan bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Rojavayê Kurdistanê ku bûye mîrateya tevahî Kurdistanê, gelek êş kişandiye bi taybetî di meha Adarê de lê her dem daxwaz û doza serkeftinê bi ser ketiye. Ew tevliheviyên ku rejîma Baasê dixwest di navbera Kurd û Ereban de çêbike, îro veguherîn serkeftinê. Îro dê ev lîstika herdu tîman bi rihê wekhevî û biratiyê bilîzin, bibe striyek di çavên dijmin û neyaran de."

Mîtîng bi maça fûtbolê ya di navbera Tîma Cizîrê û Dêra Zorê de bi dawî bû.