Li Efrînê avakirina xaniyên mêtingeh didome

Dewleta Tirk li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagir kir, bi rêyên 'xaniyên mêtingeh’ polîtîkaya xwe ya guhertina demografiya didomîne. Duh li Efrîna dagirkirî di bin navê "Emel 2" de, 500 xaniyên din ên mêtingehê ji bo bikaranîne hat vekirin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk piştî dagirkirina xwe ya Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyê heta niha, siyaseta guhertina demografîk dimeşîne.

Avakirina xaniyên dagirker ên dewleta Tirk li Kantona Efrînê, Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Tirk (AFAD) ku di erdhejên navenda Mereşê de têk çû, koordîne dike. AFAD’ê di bin navê rêxistinên mirovî de ji bo avakirina xaniyên mêtingeh, bi kom û komeleyên wek El-Eyş bi Kerame, Eyadi El-Beyda, El-Xuwez El-Beyda yên Qatar, Kuweyt û Ewropayê re dixebite.

Saziyên dagirker ên girêdayî dewleta Tikr qaşû ‘Meclîsa xwecihî’ û bi finanseya komeleya navnetewî ya alîkarî û pêşxistinê (Insur) dûh li nêzî navenda Efrînê bi navê ‘Emel 2’ 500 malên mêtigeriyê yên ku înşakirin ji bo karanînê vekirin.

Li Efrînê ji 25’an zêdetir malên mêtingehê hatine avakirin

Dewleta dagirker li gundên Kefer Kelben ya Ezazê ya Bakûrê Helebê di sala 2021’an de ji bo malbatên çeteyan bi cih bikin, çêkerên Erd el-Emel înşa kirin. Ev avahî bi alîkariya AFAD û Insur hate avakirin. Car din 15’ê Mijdarê sala 2018’an de ji bo çeteyên cebhet El Şamiye li Başûrê Efrînê heman malê mêtingehê ava kirin.

Ji dagirkeriya Efrinê ji aliyê dewleta Tirk ve heta niha, din ava 5 salan de ji 25’an zêdetir cihên mêtîngeriyê avakirin.