Dayikên Şemiyê: Biryara AYM’ê pêk bînin

Dayikên Şemiyê, têkildarî kesên di çalakiya wan a 945’emîn de binçavkirin li beramberî wan şermezar kirin û gotin: “Hemû aktorên ku hêza cemaweriyê bikartînin, mecbûr in li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevbigerin.”

Stenbol – Dayikên Şemiyê yên ku di hefteya 945’emîn de jî çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin xwestin li Qada Galatasarayê lidar bixin. Lê polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir dayik û parazvanên mirovan binçavkirin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî kesên hatin binçavkirin li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Hatîce Onaran a daxuyanî da, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên zextê wê bêdeng namînin û wiha got: “Em di hefteya çalakiya xwe ya  945’emîn de careke din bi bîr dixin: Hemû aktorên ku hêza cemaweriyê bikar tînin, mecbûr in li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevbigerin. Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê neçare li gorî biryarên AYM’ê tevbigere. Israra di binpêkirinê de sûc e û em ê bibin şopdarê vî sûcî.”

‘Ya ku ev desthilat dike bê edaletî ye’

Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûn, bi bîrxist ku wê dest ji lêgerîna edaletê bernedin û wiha got: “Ev tişta ku desthilat dike bêedaletî ye. Emê dest ji biryardariya xwe bernedin.”