Li Efrînê 2 hezar ton dar hat birîn!

Li Kurdistanê dagirkerî xwezayê talan dike. Hat ragihandin ku li Efrînê çeteyên El Cebhe El Şamiye yên girêdayî dewleta tirk nêzî 2 hezar ton dar birîne.

Navenda Nûçeyan – Li gel dagirkeriyê polîtîkayên talanê ya li ser Kurdistanê berdewam dike. Li Şirnexê dewleta tirk bi hinceta ‘ewlehiyê’ darên kurdistanê talan dike, li Efrînê jî li ser bingehê heman polîtîkayê xweza tê talankirin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin li Efrînê çeteyên El Cebhe El Şamiye yên girêdayî dewleta tirk a dagirker darên ku ji darên daristanên bajarê Efrîna dagirkirî hatine birîn bar kirin.

Li gor agahiyên çavkaniyên heremî nêzî 2 hezar ton darên ku bi kamyonan hatiye barkirin, ji bo firotinê derbasî El Hemran a li rojhilatê parezgeha Helebê kirine.