Li Rojhilatê Kurdistanê 2 jin ji aliyê hêzên Îranê ve hatin darvekirin!

Li parêzgehên Ûrmiye û Sine ji aliyê hêzên Îranê ve, bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ 2 jin hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan - Zext, binçavkirin, girtin, îşkence û darvekirina welatiyan, bi taybetî jî dema welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê tê darvekirin, ev êrîş bûne diyardeyeke rojane. Ango roj nîne ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê neyê kuştin, birîndarkirin, binçavkirin, girtin, darvekirin.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jina bi navê Soheyla Abidî (23) ku xelkê bajarokê Bîcar a Sine ye 7 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a  mêrê ku ew di temenê 15 salî de bi darê zorê pê dabûn zewicandin, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Doh hêzên Îranê yên li girtîgehê Soheyla li girtîgeha Sine rakirin hucreya takekesî û ew darvekirin.

Di heman demê de li bajarê Ûrmiyê jî jina bi navê Feranek Biheştî xelkê bajaroka Tîkabê nêzî 5 sal beriya niha bi hinceta ‘kuştina bi qestî’ a mêrê ku pê re dabûn zewicandin li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin.

Ji aliyekê ve siyasetên dijî jin ên rejîma Îranê û ji aliyê din ve jî feraseta zilamsalarî û paşverûtiya di civakê de heyî, rê li ber cînayetên jinan vedike.