Li Efganîstanê jin li dijî girtina dibistanan xwepêşandan kirin

Jinên xwepêşander ên parêzgeha Ferah bertek nîşanî girtina dibistanên jinan dan û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku li hember çarenivîsa jinên Afganî bêdeng nemînin.

Li Efganîstanê jin li dijî girtina dibistanan xwepêşandan kirin

Navenda Nûçeyan –Jinên Efxanistanê li dijî girtina dibistanên jinan a ji aliyê Talîbanê ve xwepêşandan kirin û bi dirûşmeyên nivîskî bêdengiya civaka cîhanî ya li hember girtina dibistanên jinan rexne kirin.

Xwepêşanderan bi duruşmeya “bazara li ser mafê xwendinê ya zarokan xiyanet e, vekirina dibistanên jinan, bes e ji bêdengiya li hember Talîbanê re”, ​​ daxwaz ji civaka navdewletî û gelê Efganistanê kirin ku jinên Efxanistanê ji bîr nekin û li hember çarenûs û pêşeroja wan bêdeng nebin.

Piştî bibandorbûna Talîbanê, qedexeyên li ser gelê Efganistanê bi taybetî qedexe û ferzkirinên li ser jinan zêde bûn û xwepêşandanên jinan li dijî siyasetên Talîbanê li bajarên curbicur ên Efganistanê rastî tepeserkirin û girtina çalakvanan hat. Niha jin li cihên girtî û rûyê xwe girtî li hev kom dibin û ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê doz û bernameyên edaletê li dar dixin.