Jinên Idlibê: Mafê me ya biryargirtinê nîne!

Jinên Idlibê, diyar kirin ku der barê jiyana wan de ne di nava malbatê û ne jî raya giştî de mafê wan a biryargirtina heye, zext û cihêkariyên rastî tên vegotin.

HADEEL Al-OMAR

İdlib- Jinan ji ber kûrbûna newekheviya ya Idlibê, hem di nava malbatê û hem jî raya giştî de rastî cihêkarî û zextên curbecur tên. Jinên Idlibê, diyar kirin ku bi hincet nîşandana hin kevneşopî û adetan, gelek mafên wan tên desteserkirin û di mijarên ku jiyana wan û bi taybetî jî zarokên eleqeder dikin de mafê wan a biryargirtinê nîne.

Yek ji jinan Rama Al-Husseîn a 44 salî, diyar kir jinan bi taybetî di nava malbatê de rastî zehmetiyên curbecur tên. Rama Al-Husseîn, diyar kir ku jin bi nedayîna mafê axaftinê re ji neditî ve tên û da zanîn tevî ku jin nîvê civakê pêk tînin jî, feraseta baviksalarî zextên xwe didomîne.

‘Bi mufredata perwerdeyê re newekhevî tê kûr kirin’

Yek ji jinan Fatima Al-Issa ya 38 salî jî, destnîşan kir ku mufredata perwerdeyê ya ku newekheviya zayendî ya civakî tê kûr kirin jî di zextên li dijî jinan de rol dilêyze. Fatima Al-Issa, wiha got: “Jinan mehkumê berpirsê xwarin çêkirin, cil şuştin, paqijîkirin û welidandinê dikin, mêran jî wek bijîjk, pêşeng û serok nîşan didin. Ev jî dibe sedema ku jin baweriya xwe jêhatibûnên xwe yê pêşeng bi cîh neyne.”

‘Di zewicandina zaroka xwe ya keç de jî mafê min yê gotinê nîne’

Sara Abdulkarîm ya 37 salî diyarkir ku di biryarên di nava malê de tê giritin tu mafek wê yê gotinê tune û da zanîn ku di her tiştê de hevjînê wê biryar dide. Weke mînaka vê jî ev tişt got: “Hevjînê min hê keça me 15 salî bû zewicand. Nêrîna min negirt û min nekarî vê zewacê asteng bikim. Hevjînê min perwerde û pêşeroja keça min hê zarok bû bi dawî kir.”

‘Rastî her cûrê tundiyê tên’

Şêwirmenda Psîkososyal Yasmîn Al-Alloush destnîşan kir ku li Idlibê jin tundiya psikolojik, zayendî û aborî jî di nav de rastî her cûrê tundiyê tên. Yasmîn Al-Alloush bal kişand ser zextên civakê yên li ser jinan berdewam dike û got: “Ji ber paşverûtiyên ku azadiya jinan asteng dike êş kişandinê berdewam dikin. Divê derbarê mafê jinan de xebatên hişyariyê yên weke semîner, perwerde zêde bibe û got: “Ji bo jin azadiya xwe bi dest bixin, divê rêxistinbûna xwe pêkbînin. Divê di aliyê aborî de bi hêz bibin. Ji bo baweriya wan zêde bibe, kêrhatiyên xwe derbixin holê perwerdeyên pîşe bidin.”