Li DYE’yê li dêran 2 hezar zarok rastî êrîşa zayendî hatin

Hate belgekirin ku li dêrên girêdayî Psîkoposiya Katolîk a Romayê ya li Illınois a DYE herî kêm 2 hezar zarok rastî destdirêjiya zayendî hatine û kahîn hatine parastin.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku li dêrên ku girêdayî Psîkoposiya Roman Katolîk a li eyaleta Illinois a Amerîkayê kar dikin, kahînan êrîşa zayendî li zarokan kirin. Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, Dozgerê Giştî yê Illinois Kwame Raoul diyar kir ku rêjeya destdirêjiya zayendî ya li dijî zarokan li saziyên Archdiocese Roman Katolîk ku bi qasî 3,5 mîlyon endamên li seranserê eyaletê hene, ji ya tê zanîn pir zêdetir e.

'Bi sedan çîrokên nû yên tirsnak derketine holê'

Kwame Raoul diyar kir ku di lêkolîna 5 salan de zêdetirî 100 hezar belge hatine lêkolînkirin û bal kişand ser vê yekê ku ji aliyê Psîkoposiyê ve hewl hatiye dayîn ku hejmarên rastîn bên veşartin. Kwame Raoul da zanîn ku bi zêdetirî 600 zarokan re rû bi rû, bi rêya e-mail an bi têlefonê têkilî danîbûn, Kwame Raoul got ku "bi sedan çîrokên tirsnak ên nû" yên berê nedihatin zanîn derketine holê. Kwame Raoul diyar kir ku mufetîşên dewletê belge kirine ku nêzî 2 hezar zarok di saziyên girêdayî rêveberiya Dêrê de, ku 6 mezreyên wê li Illinois hene, rastî destdirêjiya zayendî hatine.

Rapora 700 rûpelî hatiye amadekirin

Di rapora ku ji 700 rûpelî pêk tê de hat diyarkirin kesên ku destdirêjiya zayendî li wan hatiye kirin "cûreyek pirsgirêka tenduristiya derûnî" nîşan dane û hat gotin ku "Serpsîkoposî û Psîkoposiya Katolîk a li Illinois dikare û divê ji bo kesên sax mane re piştgirîya domdar a ku ew hewce ne û heq dikin peyda bike.”

Kahîn hatin parastin

Di raporê de hat destnîşankirin ku rêveberiya Dêrê bi taybetî di salên 1980 û 1990'î de li şûna ku kahinên bi sûcê destdirêjiya zayendî tên sûcdarkirin, ji wezîfeyê bê girtin, tercîh kir ku li herêmên ku pirsgirêk lê nayê zanîn li saziyên dêrê bên wezîfedarkirin.

Hejmara kahînan derket 451’an

Hat zanîn ku beriya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgerê Giştî Raoul ve hat meşandin 103 kahinên ku li dêrên Katolîk ên Romayê kar kirine û destdirêjiya zayendî li zarokan kirine hene, lê bi tespîtên zêde yên di rapora nû de ev hejmar derketiye 451’an.