Li DYE 28 jinên li girtîgehê rastî destdirêjiyê hatin

Li girtîgehekê li DYE 28 jinên girtî rastî destdirêjiyê hatin.

Navenda Nûçeyan - Hat diyarkirin ku li girtîgeheke li başûrê eyaleta Îndîana ya DYE’yê herî kêm tecawizî 28 jinan hatiye kirin; ligel êrîşkaran, hem li dijî şerîfê herêmê û gardiyaneke berê serlêdana sûc hate kirin.

Şerîfa jin a  eyaleta Clark Jamey Noel û gardiyanekî berê Davîd Lowe wekî sûcdarên sereke destnîşan dikin.

Di şeva 24’ê Cotmeha 2021’an de êrîşên zayendî û destavêtin pêk hatin. Herî kêm 28 jinan ji ber ku rastî destavêtin û destdirêjiya zayendî hatine, bi awayeke komî serlêdana sûc kirin.

Jin radigihînin ku gardiyan mifteyên beşa jinan bi 1000 dolarî firotiye girtiyekî mêr.

Di 25’ê Tîrmehê de şahidekî din jî tevlî vê çalakiya kolektîf a girtiyên jin bû û li dadgehê îfade da.

Şahidê ku navê wî nehat zanîn got ku şîdetê tevahiya şevê heta sibehê berdewam kir.

Şahid diyar kir ku tevî hejmara zêde ya kamerayên çavdêriyê jî rêveberiyê ew neparastiye û got, “Wê şevê yek wezîfedarê girtîgehê jî amade nebû.”

Parêzerê mexdûran da zanîn ku piştî tecawizê jinek ducanî bûye û dû re jî zaroka wê ji ber çûye.

Jinan her wiha gotin, weke ku travmaya ku jiyan kirine ne bes be, elektrîka beşa jinan 72 saetan bê navber vekirî hatiye hiştin û gotin ku ew vê yekê wek cezakirineke rasteqîn dibînin.

Li gorî medyaya RMC û BFMTV, parêzerê mexdûran diyar kir ku ew hêvî dikin ku herî kêm dîmenên kêrhatî yên dema qewimîna bûyeran bi dest bixin.