Ciwanên Şengalê bi soza tolhildana fermanê meşiyan

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê ji bo şermezar kirina fermana 3’ê Tebaxa 2014’de meşek girseyî li darxistin.

Şengal – Li Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê ji bo şermezar kirina fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ciwanên meşekî girseyî li darxistin. Meşa bi diruşma ‘ Rêxistin kirina jinên ciwan bersivdayina 74 fermanaye’ hat lidaxistin. Meşa Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê ji suka Kevin ya Şengalê ya ku Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên Êzidîxanê revandî despêkir, weke 7 salên borî ciwanên Şengalê li heman sukê fermana li ser civaka xwe şermezar kirin û soza dawî anîna fermanan dan.

Di meşê de Yekîtiya Ciwanên Êzidî jî amedebûn. Ciwan di meşê de wêneyên şehîdên fermana 2014’an, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Yekîtiya Ciwanên Êzidî û wêneyên jin û zarokên fermanê yên ku bi destê zarokên Şengalê hatî qetilkirin rakirin. Ciwan li ber avahiya Medreseya Sor daxuyanî dan. Daxuyaniya ku ji aliyê endama Jinên Ciwanên Êzidî Xalya Şengalî ve hate xwendin.

Endamên jinên ciwan Şîlan Şengalî, Ehlam Borik û Sêvê Şengalî di meşê de ji ajansa mere axivîn. Jinên ciwan di axaftina xwe de mafê peydakirina windahiyên fermanê daxwezkirin û gotin: “Ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa em weke jinên ciwan îro dimeşin. Di fermanê de ya herî zêde êş û zehmetî jiyan kirî jin û jinên ciwan bû. Heya îro jî li hember fermana ku me jiyan kiriye dewleta İraqê bê denge. Em dibêjin ku bi hezaran jinên êzidî di destê DAİŞ’ê de ne. Lê heya niha kesekî ji bo peydakirina wan windahiyên fermanê tu gavekî ne avêtiye. Her kes pêwiste bi erka xwe rabe. Em weke civaka Êzidî dervayî xweseriya xwe tu daxwezekî me nîne.”

‘Sedema fermanê PDK ye’

Di daxuyaniyê de Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi van hevokan hat pênase kirin:

 “Em di pevajoyek hessas û girîng de derbas dibin. Dewleta Tirk û hevalbendên wan wekî PDK’ê civaka Êzidî hedef girtin. Civaka Êzidî heta niha çand û nirxên xwe parastiye. Herkes dizane ku di sala 2014’an de çi li serê civaka Êzidî hat. Di fermana 2014’an de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, firotin û revandin. Bi taybet jî jin û zarok hatin revandin. Civaka Êzidî di vê fermanê de berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Di van çiyayan de bi hezaran dayîk, xwişk û zarokên me ji tîhna û ji birçîbuyîna jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya herî mezin dîsa li ser gelê Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêkhat. Yên ku bûne sedema vê fermanê peşmerge bûn. Peşmergeyên PDK’ê çekên xwe berdan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.”

Em heta dawî deyndarê fikrê Rêbertî ne”

Li ser rizgarkirina Şengalê jî wiha hate gotin: “Roja fermanê me dît kî me firot û kî li me xwedî derket, ji destê xayînan gelê me û axa me rizgar kir. HPG- YJA-Star û şervanên YPG- YPJ gelê Êzidî ji hovîtiye DAIŞ’ê xelas kir. Bi sedan kesî taybat jî jin ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin. Bila dijmin bizanibe ew êdî nikare me ji ol û baweriya me qut bike. Sedem û hêza vê jî fikrê Rêber Apo û berxedaniya şervanên azadiyê ye. Em fedakarî û berxwedaniya gerîla ji bîr nakin. Em heta dawî deyndarê fikrê Rêbertî ne.”

Emê pêşengtî ji bo civaka xwe bikin”

Ciwanên Êzidî wiha soza tolhildanê dan: “Em wekî Jinên Ciwanên Êzidî û Ciwanên Êzidî pêşengên civakê ne. Em soz didin tolhildana şehîdên xwe hilînin û xwîna wan li erdê nahêlin. Em soza tolhildanê ji bo xwişk, dayîk û birayên xwe jî didin. Emê pêşengtî ji bo civaka xwe bikin. Emê tekoşîna xwe li ser xeta şehîdan bilindtir bikin û bibin şopdarê Bêrîvan, Mam Zekî û Zerdeştan. Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê soza azad kirina hemû jinan didin. Em hemû îxanetkar û dijminên xwînxwar ji axa Şengalê derxînin û bi fikrê Rêber Apo xwe bi rexistin bikin, ji bo xwesertî û parastina Şengal û gelê xwe. Bila herkes bizanibe emê heta dawî bêjin Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Jin jiyan azadî û bijî berxwedana Şengalê.”

Meş bi diruşmayan bi dawî bû.

Her wiha Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Ya Şengalê Sara Botan axivî. Sara Botan di destpêka axaftina xwe hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û got: “ Me bi pêşengtiya jin vê çalakî li darixistiye. Ruxmî 8 sal li ser fermanê derbas bûye heya niha weke ferman nehatiye qebûlkirin. Dewleta İraqê jî bi erka xwe li hember civaka me ranebûye. Heya niha jî gorên komî li Şengalê hîn hene. Emê heta dawiyê daxwaza mafê xwe bikin û tu car ranawestin. Kesên ku bûne sedema fermanê jî pêwîste bên dadgeh kirin.”