Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata Jiyan Tolhildan

Şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî sersaxî dan malbata Jiyan Tolhildan.

Heleb -  Şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo sersaxiya malbata Şehîd Jiyan Tolhildan li pêşiya malê kom bûn. Saziyên sivîl, partiyên siyasî jî tevlî merasîme bûn.

“Dê tu kes nikaribe îradeya me bişkîne”

Di merasîmê de endama Meclisa Malbata Şehîdan Remziyê Salih axivî û got: “Destpêkê em sersaxiyê ji malbata şehîd Jiyan re dixwazin û em bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin. Em ji vir heya îmraliyê ji Serok Apo re pîroz dikin. Em çiqas biaxivin, em nikarîn bexwedaniya Şehîdên xwe vebibêjin. Îro dewleta faşîst êrîşên xwe li ser me zêde dike û bi îxanetî dest xwe davêje welat parêzerên me, lê bila baş bizanî be ku tucaran nikare gelê Kurd tune bike. Em dibêjin îro Jiyanek çû wê bi hezaran Jiyan hene, lewma bila dewleta Tirk tucarî nikarê gelê Kurd kolê û bindest bike. Heval Jiyan bi hezaran şervan bi destên xwe perwerde kir. Heval Roj, Heval jiyan û Heval Barîn li hemberî DAİŞ û dewleta Tirk a dagirker bi qehramanekî ber xwe dan. Em gelê Kurd bi fikra Serok Apo û şehîdan pêşketin û dê em tucarî ji fikra  xwe navegerîn û em ê her tim li pê şopa hevalên xwe bin û dê tu kes nikaribe îradeya me bişkîne.”  

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.