Li dijî tecawizkar xwe parast
Jina ku li Amedê ji aliyê birayê hevjînê xwe ve rastî êrîşa zayendî hat, ji bo xwe biparêze li tecawizkar da wî birîndar kir, piştî ku kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê, ew jî hat binçavkirin.

Amed – Li Tirkiyeyê her ku diçe tundî, qetîlam, destdirêjî û tacîza li dijî jinan zêde dibe, li Amedê jina bi navê Z.S. ji aliyê birayê hevjinê xwe M.S. ve rastî êrîşa zayendî hat. Jina ku li ser vê yekê mafê xweparastinê bi kar anî, hat binçavkirin.
Hat hînbûn ku kiryar rakirine nexweşxaneyê û tê dermankirin, Z.S. jî di bin çavan de tê girtin.